Şêniyên Holê berxwedana gerîla silav kir

Şêniyên navçeya Holê ya kantona Hesekê bi çalakiyekê piştgiriya xwe bi berxwedana li Herêmên Parastinê yên Medyayê nîşan da û got ew bi gerîla re ne.

22 hezîran, 2022   14:51
HESEKÊ

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li navçeya Holê ya kantona Hesekê, dirûşma “Bi vîna gelan û gerîla em ê dagirkeriyê têk bibin” çalakiyek li dar xist. Li deriyê ketina navçeyê, konê çalakiyê hate vedan.

Bi sedan şêniyên navçeya Holê, rûspî û şêxên herêma rojhilat a Hesekê, endamên partiyan, saziyên sivîl, leşkerî yên navçeyê tev li çalakiyê bûn.

Hevseroka Meclisa Navçeya Holê Cûdî Eseed axivî û hemû şehîdan bi bîr anîn, her wiha şerê qirkirinê yê dewleta Tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.

Cûdî Eseed got: “Dewleta Tirk a dagirker bi rêya êrişên xwe yên domdar li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl dide serfiraziyên osmaniyan vegerîne û nasnameya gelan biçewsîne. Her wiha

Bi rêya girankirina tecrîdê li ser rêber Abdullah Ocalan hewl dide vîna rêbertî têk bibe ku giyanê berxwedanê û fikrê azad di gelê me û gerîla de vejand. Ev tecrîd, bêçarebûna rejîmê ya ji bo şikandina vîna rêbertî nîşan dide. Rêbertî nexşerêya têkoşîn û berxwedanê ji gelan re xêz kir.”

Cûdî Eseed teqez kir ku ew piştgiriya berxwedana Hêzên Parastina Gel (HPG) dikin got, ji ber hêzên tekane ne ku gelan ji rejîmên zordest diparêzin û li hember siyasetên dagirkeriya Tirk ên li dijî gelan disekinin. Cûdî Eseed soza mezinkirina têkoşînê da.

Di çalakiyê de helbsetvan Hemîd El-Erec Ebû Rakan gelek helbestên têkildarî berxwedana HPG`ê vegotin.

Paşê, şanoyek bi navnîşan “Xeyalê berfireh” ji aliyê koma Emel (Hêvî) ve hate pêşandan. Şano balê dikişîne ser girîngiya têkoşîn û berxwedanê ji bo bidawîkirina zulmê li ser gelan û girîngiya berxwedanê heta pêkanîna serkeftinê.

Di dawiya çalakiyê de xelekên govendê li ber stranên erebî hatin gerandin.

(şx)

ANHA