​​​​​​​Santrala gazê ya Kormor a li Çemçemalê hatin hedefkirin- HATE NÛKIRIN

Bi muşekan êrişê santrala gazê ya kormor a li navçeya Çemçemal hat kirin. Tê gotin di encamê de birîndar hene.

​​​​​​​Santrala gazê ya Kormor a li Çemçemalê hatin hedefkirin- HATE NÛKIRIN
22 hezîran, 2022   15:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor Rojnews'ê, di saetên êvarê de êrişek bi muşekan li dijî santrala gazê ya Kormor a li navçeya Çemçemal a girêdayî Silêmaniyê pêk hat.

Li gor heman zanyariyan, tê pêşbînîkirin di encama êrişê de birîndar hebin, lê heta niha derbarê ziyanên êrişê de zanyariyên fermî nehatine dayîn.

Santrala gazê ya Kormor dikeve sinorê bajaroka Qadir Kerem a ser bi Çemçemalê. Kompanya Dana Gaz ya Îmaratê li santralê de kar dike.