Operasyonên qirkirina siyasî dewam dikin-HATE NÛKIRIN

Di operasyonên qirkirina siyasî de ya ku navenda wê Mêrsîn bû, 8 kes bi îddîaya ‘endamên rêxistinê ne’ hatin girtin. Li Tarsûsa Mêrsînê jî polîsan girtin ser malan û 20 kes destgîr kirin.

Operasyonên qirkirina siyasî dewam dikin-HATE NÛKIRIN
22 hezîran, 2022   06:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Di operasyonên qirkirina siyasî de ya ku di 11’ê Hezîranê de li Kutahya, Amed û Çewligê hate pêkanîn 28 ciwan hatibûn destgîrkirin.

Piştî ku ciwan sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê hate kirin, Dadgeriyê bi îddîaya ‘endamên rêxistinê ne’ biryara girtina 8 ciwanan da û 20 ciwan jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Li navçeya Tarsûsê ya Mêrsînê jî polîsan di saetên serê sibê de bi ser malan de girtin û 20 kes destgîr kirin. Hate hînbûn ku 20 kesên ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatine destgîrkirin birine Midûriyeta Polîsan a Navçeyê.

Navên hin kesên ku hatine destgîrkirinn wiha ne: Hevserokê HDP’a Navçeyê yê berê Ahmet Kizmaz, Mahîde Çîçekdag, Gulistan Çîçekdag, Mûstafa Yildirim, Diyar Şeker, Fûat Yaman, Mûrat Polat û Ahmet Amûtgan.