​​​​​​​Kêlo: Rêya azadiya gelê Kurd di azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan de ye

Serokê Partiya Biratî ya Kurdistanê (PBK) Ednan Kêlo tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan wek planeke tirkî ji bo qirkirina gelê Kurd bi nav kir û got rêya azadiya gelê Kurd di azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan de ye.

​​​​​​​Kêlo: Rêya azadiya gelê Kurd di azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan de ye
22 hezîran, 2022   01:44
RÊNAS REMO - QAMIŞLO

Dewleta Tirk tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan giran kiriye, li hember wê bangên bi hezaran Kurd, gelên herêmê û cîhanê yên ji bo pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî bilind dibin.

Serokê Partiya Biratî ya Kurdistanê (PBK) li Sûriyê Ednan Kêlo di hevpeyvînekê li gel ajansa me de, tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û êrişên li ser Başûrê Kurdistanê, Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hev ve girê dan û got, dewleta Tirk a dagirker bi şer hatiye avakirin ku aştî û demokrasiyê wek dawiya planên xwe yên mêtîngeriyê dibîne.

Her wiha Kêlo anî ziman ku dewleta Osmanî di sedsalên ku tê de Rojhilaya Navîn dagir kiribû, nezanî, kuştin û xerabî belav dikir, îro jî dixwaze bi siyasetên xwe xaka gelên herêmê dagir bike û gelê Kurd tune bike da ku armancên xwe yên mêtingeriyê pêk bîne.

Kêlo îşaret pê kir ku dagirkeriya Tirk tu carî êrişên xwe ranewestandine û hîn jî siyasetmedarên Kurd ên ku bi îdeolojiya demokratîk bang dikin armanc digire, herî dawî hedefgirtina şehîd Ferhad Şiblî li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê bû.

Ednan Kêlo her wiha got: "Rêber Ocalan di her hevdîtinekê de teqezî bi amadebûna xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkên herêmê bi rêya diyalog û aştiyê, dikir. Ev daxuyanî li xweşiya gelên herêmê hatin, lê di encamê de dagirkeriya Tirk tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan giran kir, ev yek nîşan dide ku dewleta Tirk aştiyê naxwaze, şer dixwaze."

Ednan Kêlo da zanîn ku bêdengiya navneteweyî dikeve xala hevkariya bi dagirkeriya Tirk re di qirkirina gelê Kurd de û got: "Ev bêdengiya li hember tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan heta bi dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û êrişên li ser Başûrê Kurdistanê û Şengalê berdewam kir."

Serokê PBK'ê Ednan Kêlo di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: "Gelê Kurd azad hat dinyayê û dê ji bo azadiya xwe her tê bikoşe. Azadiya gelê Kurd bi azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan û sûdgirtina ji fikrê wî di peydakirina aştiyê li Rojhilata Navîn de girêdayî ye."

(mh)

ANHA