ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-06-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-06-2022
21 hezîran, 2022   23:00

-Ji bo şehîd Fehad Şiblî sersaxî li stada Kornîş a navçeya Dêrikê tê qebûlkirin. Saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ehmes Sahî li Goristana Şehîdan a Tebqayê bi merasîmekê tê veşartin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Yekitiya Jinên Ciwan a Reqayê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û şehîdxistina Ferhad Şiblî, meşekê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa navçeya Holê ji bo xwedîdeketina li berxwedana gerîlayên azadiyê ya li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê çalakiyekê li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Têkildarî geşedanên dawî, di serî de gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyekê li navenda xwe ya li bajarê Qamişlo dide, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Derbarê rewşa tenduristiyê li herêmê de, Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, civîneke çapemeniyê li avahiya Daîreya Têkiliyên Derve ya li bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 15:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ji bo piştgiriya berxwedana gerîla, şahiyekê li Qada Jina Azad a Kobanê li dar dixin, saet 19:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Serokê Partiya Biratî ya Kurdistanê (PBK) Ednan Kêlo tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan wek planeke tirkî ji bo qirkirina gelê Kurd bi nav kir û got rêya azadiya gelê Kurd di azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan de ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Parlamenterî berê yê Iraqê hişyarî da ku li gel domadina qutkirina ava çemên Firat  û Dicle ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve şaristaniya Mezopotamyayê di xeteriyeke mezin de ye. (BI WÊNE).

- Hisên Hecî diyar kir ku şandeya Şengalê belgeyek ku ji 10 bendan pêk tê radestî serokkomê Iraqê kir, di nav de daxwaza guhertina bendên peymana 9'ê Cotmeha 2020'an û naskirina Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê hene. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Lêkoler û mamosteyê zanistên siyasî di zanîngeha Qudis de, Dr. Eymen El-Reqib, destnîşan kir ku gelek zehmetî li hember Kurd û ereban hene, di serî de planên dewleta Tirk ên vejandina Osmaniya nû. Lêkolîner anî ziman ku li hemberî van planan pêwîsî bi tevkariya her du gelan heye. (BI WÊNE).

JIN

- Endama Meclisa Jinan a PYD`ê Şadiya Omer diyar kir ku Meclisa Jinan di nava partiyê de karibû bibe dengê jinan û nûnertiya wan bike, hebûn û nêrînên jinan bixwedîderketina li rêgeza azadiya civakê û jinan, di mijara azadiya jinan de xurttir kir ku pîvana azadiya civakê ji azadiya jinê destpê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

-Êrişên bi balafirên bêmirov ên dewleta Tirk li tevahiya Kurdistanê berbelav bûne. Dewleta Tirk êrişên xwe yên bêeman bê navber didomîne. Leşker bêyî ku cudahiyê bixin navbera jin, zarok û kal û pîran, guleyan berdidin û dibin sedema kuştinê

POLÎTÎKA

- Hevserokê berê yê PYD`ê Enwer Muslim got dê partî ji bo misogerkirina naskirina kurdan di destûra Sûriyeya pirreng a nenavendî de kar û xebatan bike û dê li hember hemû lihevkirinên li dijî gelê Kurd û gelên Kurdistanê bisekine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Tevgera Hîlala Zêrîn bi hevkariya Şirîketa Nûjiyan a Produksiyonê belgefîlma  "Nûjiyan" li navenda Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo nîşan dide, saet 17:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA