MSD’ê ji şêniyên Hesekê re rewşên siyasî û leşkerî yên dawî şîrove kirin

MSD’ê ji şêniyên Hesekê re şer û nakokiyên siyasî û leşkerî yên navneteweyî, gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilata Sûriyê, bandora wan li çareya siyasî li Sûriyê û hewldana wê ji bo xwegihandina çareyên siyasî nirxandin.

MSD’ê ji şêniyên Hesekê re rewşên siyasî û leşkerî yên dawî şîrove kirin
MSD’ê ji şêniyên Hesekê re rewşên siyasî û leşkerî yên dawî şîrove kirin
MSD’ê ji şêniyên Hesekê re rewşên siyasî û leşkerî yên dawî şîrove kirin
MSD’ê ji şêniyên Hesekê re rewşên siyasî û leşkerî yên dawî şîrove kirin
MSD’ê ji şêniyên Hesekê re rewşên siyasî û leşkerî yên dawî şîrove kirin
21 hezîran, 2022   13:29
HESEKÊ

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) civîneke girseyî li navçeya Şedadê ya Hesekê li dar xist. Di civînê de rûspiyên eşîrên Ereb ên herêmê, girseya gel, nûnertiyên ji partiyên siyasî, hêzên leşkerî, meclisên sivîl û akatîvîstên civakî amade bûn.

MSD’ê di civînê de şerê li Sûriyê, nakokiyên siyasî û leşkerî yên navneteweyî û krîza Sûriyê, nêrîna wê ya li ser çareserkirina krîza Sûriyê, xeteriyên gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bênavber li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha bandora wan çareya siyasî ji krîzê nirxandin.

Têkildarî girîngiya civînê û nîqaşên wê, endamê Desteya Rêveber a MSD’ê Sîhanok Dîbo ji ajansa me re axivî û wiha got, di civînê de xeteriyên li ser Sûriyê, bi taybet xeteriya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve hatin nîqşakirin.

Dîbo her wiha anî ziman ku çareserî û stratejiyên ku MSD’ê pêşkêş kirine, ji şêniyên herêma başûrê Şedadê re hatin parvekirin

Dîbo destnîşan kir ku di civînê de helwestên li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser xaka Sûriyê bi giştî, Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet hatin nîqaşkirin. Her wiha li ser astengiyên li pêşberî Rêveberiya Xweser û karê wê yê di hemû aliyan de bi taybet xizmetguzarî têkildarî van êrişên dagirkeriyê nîqaş hebûn.

Li gorî Dîbo, di civînê de çareyên siyasî yên guncaw, mijara komkirina muxalefta niştimanî ya demokratîk a sûrî, pêwîstiya danûstandinê li gorî biryara NY’yê ya 2254’an, amadebûna MSD’ê ji diyaloga avaker û rasteqîn bi hikumeta Şamê re, bandorên mezin û xeternak ên gefxwarinê li yekitiya welat hatin nîqaşkirin.

Sîhanok Dîbo di dawiyê de got: "Em MSD’ê ji bo dîtina çareseriyên rasteqîn û lez ku hêviyên sûriyan pêk bînin, dozên çareser bikin, di serî de doza kurdî tê dikoşin da ku em bigihînin Sûriyeke nenavendî ya demokratîk."

(fr)

ANHA