Siyasetmedarê misrî: Rejîma faşîst a Tirkiyê gefan li Ereb û Kurdan dixwe, divê hêza xwe bikin yek

Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Misrê Ehmed Behaedîn Şaban da zanîn ku projeya Osmaniya Nû hewldaneke xeyalî ya "vegerandina demên berê ye". Şaban got: "Rejîma faşîsta Tirk dijminê rasterast û sereke yê Ereb û Kurdan e. Yekirina îradeyê ji bo xilasiya ji vê dijminahiyê, dikeve xizmeta berjewendiya hevbeş a her du gelan.”

Siyasetmedarê misrî: Rejîma faşîst a Tirkiyê gefan li Ereb û Kurdan dixwe, divê hêza xwe bikin yek
14 hezîran, 2022   04:24
QAHÎRE-EMANÎ EZAM

 Bangawaziyên avakirina hevbendiyeke Erebî-Kurdî didomin, da ku karibin li hember astengî û gefên hevbeş û bi taybte projeya Osmaniya Nû û hewldana AKP’ê ya ferzkirina hegemoniya xwe li herêmê, bisekinin.

HEWLDANA VEGERANDINA DEMÊN BERÊ

Girêdayî mijarê, Sekreterê Giştî ya Partiya Sosyalîst a Misrê Ehmed Behaedîn Şaban ji ajansa me re ev nirxandin kir: "Projeya Osmaniya Nû, hewldaneke ji bo vegerandina demên berê ku çû û êdî venagere. Ji ber ku dolabê dîrokê tenê pêş de diçe."

Şaban wiha domand: "Împartoriya Osmanî ya têkçûyî di rewşên dîrokî yên diyar de hate avakirin. Împratoriyê rê da qebîleyên destpêkê yên Tirkiyê bibin yek û xwedî hêz bin. Rûpîvanên berfireh li Asya dagir kirin. Piştre ber bi welatên Afrîka, Misr û hwd ve çûn ku dagir bikin. Her wiha bi ser Ewropa de girt, lê piştre hêz wê qels bû û veguherî zilamê nexweş ê Ewropa. Bi wê re gera vegera dîrokî dest pê kir, heta ku împeratora Osmanî bi temamî têk çû û êdî venagere."

Kesên li ser dîroka Tirkiyê xwedî agahî, dibêjin Osmaniya Nû beriya ku AKP’ê di 2002’yan de bê ser deshilatê hebû, lê bi AKP`ê re nîşaneyên wê berz bûn.

‛ÎXWAN EL-MISLIMÎN AMÛRA VEJANDINA OSMANÎ YE’

AKP’ê qaşo ji “Bihara Ereban” fersend girt û destek da îslama siyasî û partiyên wê da ku bi rêya wan li gelek welatên herêmê hegemoniya xwe ferz bike.

 Der barê hêviyên vegerandina Osmaniya Nû de, Şaban ev tişt anî ziman: "Hêviyên bangwazên Osmaniya Nû bi hatina koma Îxwan El-Muslimîn ser desthilata Misrê re, bi kontrolkirina şoreşa gel a 25’ê Çileya 2011’an vejîn. Gelek aliyan di serî de DYA’yê piştgirî da wan, ji ber ku Misr ji aliyê îslamiyên Tirk ên girêdayî Erdogan ve, nuqteya bingehîn a pêkanîna xewna vegerandina împratoriya têkçûyî ye."

Şaban destnîşan kir ku şoreşa gelê Misrê li dijî desthilata Îxwan a nîjadperest ya tundraw piştî salekê ji kontrolkirina desthilatê, projeya Osmaniya Nû têk bir û derbek giran lê da.

Şaban wiha gotina xwe berdewam kir: "Wê yekê jî hişt ku serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan Tirkiye veguherîne spartgeha komên terorîst û çeteyan, her wiha piştgiriyê bide komên terorîst ên li bajarê Sînaa yê Misrê, ku destê wan di kuştina bi sedan misriyên bêguneh de heye. Her wiha destek da hemû komên tundaw û xirabker ku li Lîbya, Iraq û Sûriyê bûn sedema wêraniyê."

‛REJÎMA TIRKIYÊ DIJMINATIYA KURD Û EREBAN DIKE’

Piştî siyasetên dewleta Tirk li Misr û Tûnisê bi sedema redkirina gel ji hikumeta îslama siyasî re bi bin ketin û li Sûriyê jî bi sedema serkeftina projeya Rêveberiya Xweser bi bin ketin, dewleta Tirk yekser destwerdan kir.

Piştî dewleta Tirk a dagirker dest li gelek dewletên Ereban mîna Lîbya, Tûnis, Misr, Iraq, Sûriyê û Ermenistanê werda, gefên yekser ên êrişeke nû li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwarin.

Şaban da zanîn ku şêniyên van herêman ji ber alîgirên Erdogan ên terorîst û dagirkirina gelek herêmên stratejîk ji Sûriyê û Iraqê gelek azar kişandin û dikişînin. Şaban wiha pê de çû: "Ev yek nîşan dide ku rejîma faşîst a Erdogan dijminê yekser ê Ereb û Kurdan e. Ji berjewendiya wan her du gelan a hevbeş yekkirina vînê ye da ku ji vê dijminatiya xeternak ku gefan li hebûn û pêşeroja wan dixwe, xilas bibin. Mîna çawa dagirkeriya Cihû derbasî Filistînê bûye û gelek herêmên dagir kirin."

‛DIVÊ KURD Û EREB HÊZA XWE KOMÎ SERHEV BIKIN’

Li ser mijarê, Şaban ev tişt got: "Tiştê herî baş ew e ku Ereb û Kurdistanî nehêlin çi bijarteyên taktîkî an nêrînên wan ên ji hev cuda bandorê li şerê çarenûsî yê di navbera van her du gelan û dijminê wan ê hevbeş faşîzma Tirk de, bikin an jî xebatê hevbeş li dijî vê faşîzmê asteng bike. Divê her du alî bi hev re bixebitin heta ku projeya mêtîngeriya nû têk bibin. Ji ber faşîsta Tirk gefan li hebûn û îstîqrarê bi hev re dixwe. Tenê sekna li hember gefên Tirkiyê daneheva hêmanên hêzê yên her du aliyan e."

Şaban anî ziman ev yek xwe dispêre xalên hevbeş ên her du gelan ji dîrok, şaristanî, çand û olê ku dihêle têkiliyan wan xurt bibin, her wiha rih û wijdan kûr bibe. Şaban destnîşan kir ku ev mîrasekî pîroz û dewlemend e, divê parastina wê ji bo jiyana her du gelan were kirin.

Sekreterê Giştî ya Partiya Sosyalîst a Misrî Ehmed Behaedîn Şaban wiha gotinên xwe bi dawî kirin: "Parojeya Osmaniya Nû ew e ku hewldana vegerandina dema berê ku çûye û venagere. Ji ber ku dolabê dîrokê tenê pêş de diçe."

(fr)

ANHA