Meclisa Gel a hikumeta Şamê planên dagirkeriya Tirk şermezar kirin

Meclisa Gel a girêdayî hikumeta Şamê guhertina demografiya bakurê Sûriyê ku ji aliyê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve pêk tê, şermezar kir. Her wiha diyar kir ku kiryarên Enqere li dijî qanûn û pîvanên navneteweyî ye û bi awayekî eşkere rewabûna birayarên NY`yê binpê dike.

Meclisa Gel a hikumeta Şamê planên dagirkeriya Tirk şermezar kirin
13 hezîran, 2022   13:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Gel a girêdayî hikumeta Şamê îro li ser hesabê xwe yê Facebookê daxuyanî da û tê de kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li bakurê Sûriyê şermezar kirin û ev yek tê de hate gotin: “Serokê rejîma Tirk hîna rêgeza dayîna daxuyaniyên li dijî qanûn û pîvanên navneteweyî û mirovî didomîne. Di vê dawiyê de behsa tevgerên leşkerî li dijî bakurê Sûriyê dike. Rewşa navneteweyî bi kar tîne da ku dagirkirina herêmên din ji axa Sûriyê mayînde bike. Ew ji vê dagirkirinê armanc dike xeyalên “herêma ewle” pêk bîne ji bo ku pêleke koçberiyê ya din pêk bîne, şêniyan koçber bike, guhertina demografiyê pêk bîne û rewşeke nû li dijî aştî û ewlehiya herêmî û navneteweyî biafrîne.

Siyasetên kirêt ên dewleta Tirk a dagirker ku li ser nakokiyên navneteweyî û bikaranîna rewşên mirovî dilîze da ku armanc û destkeftiyên kirêt bi dest bixe, li ser kesekî nayên veşartin. Ev kiryar li dijî qanûn û pîvanên navneteweyî ne û bi awayekî eşkere rewabûna biryarên Neteweyên Yekbûyî (NY) binpê dike.

Ji rewşên herêmî û navneteweyî, teqez dibe ku ev destwerdana wê ya leşkerî û dagirkirina axa Sûriyê ne rewa ye. Erêkirineke navneteweyî li dijî vê destwerdanê heye û redkirina “herêma ewle” ji aliyê civata navneteweyî ve hîna berdewam e.

Tiştên ku rejîma Tirk banga wê de qaşo dixwaze “herêma ewle” ava bike, ji bo mayîndekirina dagirkeriyê û destwerdana hovane ye. Em planên vê rejîmê şermezar dikin ku bi rêbazên eşkere pêk tîne û hewl dide careke din şêniyan koçber bike, bi rêya rêxistinên li ser asta navneteweyî terorîst hatine sinifandin û di bin fermana wê de ne, demografiya herêmê biguhere.”

(şx)

ANHA