Cafer Sadir ji namzetiya serokatiya hikumeta Iraqê xwe paşde vekişand

Nemzetê Bloka Sadir yê namzetiya erka serokatiya hikumetê Cafer Sadir îro vekişandina xwe ji namzetiya serokatiya hikumeta Iraqê ragihand.

Cafer Sadir ji namzetiya serokatiya hikumeta Iraqê xwe paşde vekişand
13 hezîran, 2022   11:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Tora El-Surmeriyê, namzetê Bloka Sadir Mihemed Cefer Sadir ji bo namzetiya serokatiya hikumeta Iraqê hatibû diyarkirin, Mihemed Cefer li ser hesabê xwe yê Twîtterê wiha got: “Li ser daxwaza Muqteda Sadir ji bo piştevaniya projeya wî ya reformê ya nîştimanî min namzetî qebûl kir. Lê dema lêborînxwestin û vekişandinê hatiye.”

Duh bi şev parlamenterên Tevgera Sadir nameyên xwe yên îstifakirinê pêşkêşî Serokê Parlementoya Iraqê Mihemed Helbûsî kirin. Helbûsî nameyên îstifaya komî ya parlementerên Tevgera Sadir pejirand. Ev jî dide xuyakirin ku dê krîza siyasî ya li welat kûrtir bibe.

(eh)