​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehadeta endamekî xwe ragihand

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya endamekî xwe ku di 12'ê Hezîranê de li Dêrazorê şehîd bûye, eşkere kir.

​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehadeta endamekî xwe ragihand
13 hezîran, 2022   07:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê duh daxuyaniyek da û ragihand ku endamekî wan li Dêrazorê di 12'ê Hezîranê de şehîd bûye.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:

Nav û Paşnav: Îbrahîm El-Terman

Navê Bav: Elayî

Navê Dayikê: Dehiye

Dîrok û cihê tevlêbûnê: 20.04.2018, Bisêra

Dîrok û cihê şehadetê: 12.06.2022, Dêrazor

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got: "Em sersaxiyê ji xwe û malbata şehîd Îbrahîm re dixwazin û bejna xwe li hember şehîdên ku di oxira parastina gelê xwe de canê xwe feda kirine, ditewînin. Em ê rêya wan bişopînin heta ku aştî û ewlehî li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye pêk were.”

(dm)