Hevjînên şehîdan ên Helebê êriş û gefên dagirkeriya Tirk şermezar kirin

Hevjînên şehîdan ên taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi meşekê êriş û gefên dewleta Tirk a dagiker li ser herêmê şermezar kirin û gotin:"Em ê dest ji xaka xwe bernedin û li kêlek hêzên xwe xaka xwe biparêzin."

Hevjînên şehîdan ên Helebê êriş û gefên dagirkeriya Tirk şermezar kirin
Hevjînên şehîdan ên Helebê êriş û gefên dagirkeriya Tirk şermezar kirin
Hevjînên şehîdan ên Helebê êriş û gefên dagirkeriya Tirk şermezar kirin
Hevjînên şehîdan ên Helebê êriş û gefên dagirkeriya Tirk şermezar kirin
Hevjînên şehîdan ên Helebê êriş û gefên dagirkeriya Tirk şermezar kirin
Hevjînên şehîdan ên Helebê êriş û gefên dagirkeriya Tirk şermezar kirin
Hevjînên şehîdan ên Helebê êriş û gefên dagirkeriya Tirk şermezar kirin
Hevjînên şehîdan ên Helebê êriş û gefên dagirkeriya Tirk şermezar kirin
Hevjînên şehîdan ên Helebê êriş û gefên dagirkeriya Tirk şermezar kirin
12 hezîran, 2022   17:47
HELEB-SILÊMAN ARIF

Hevjînên şehîdan ên taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji bo şermezarkirina êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşek li dar xist.

Di meşê de bi dehan hevjînên şehîdan, malbatên şehîdan û şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê amade bûn.

Şênî li ber hola civînan a li rojavayê taxê li hev kom bûn, alên Meclisa Malbatên Şehîdan, wêneyên şehîdan û rêber Abdullah Ocalan hildan.

Şêniyan êrişên dagirkeriyê şermezar kirin û berxwedana gelan silav kir.

Meş li pêşiya Meclisa Taxa Şehîd Kelhat a li rojhilatê taxê rawestî û veguherî mitîngê.

Di mitîngê de berdevka Meclisa Hevjînên Şehîdan Fatma Îbo axivî û bal kişand ser gefên dewleta Tirk a dagirker û got: "Ev gef ne nû ne, ji dema rizgarkirina herêmê ve, em rastî êrişên dewleta Tirk a dagirker tên."

Fatma ev tişt jî anî ziman: "Em ê weke gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember êrişan bê deng nemînin. Bi yekitî û hevgirtina li gel QSD'ê em dagirkeriyê têk bibin."

Fatma Îbo bang li gel, hêzên demokratîk, civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku bi erkên xwe yên exlaqî li hember gelên herêmê rabin û dagirkeriya Tirk li ser sûcên wê ceza bikin.

Di mitîngê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Selwa Reşîd siyaset, êriş û binpêkirinên dewleta Tirk şermezar kirin û got:"Armanca dewleta Tirk ji gefan belavkirina tirsê di nava şêniyan de ye, ew gef dê bandor li berxwedan û vîna me neke, berxwedana me ji gef û êrişên dagirkeriyê bi hêztir e."

Selwa wiha got: "Dagirkeriya Tirk metirsî li ser yekitiya xaka Sûriyê çêdike. Bi behaneya avakirina herêmeke ewle û vegerandina penaberan dixwaze xaka Sûriyê dagir bike. Em ê weke gel dest ji xaka xwe bernedin û wê biparêzin û em ê li kêlek hêzên xwe yên leşkerî bin."

Meş bi berzkirina siloganên "Na ji dagirkeriya Tirk re, mirin ji bo xayînan" bi dawî bû.

(şt)