Rêveberiya Kampa Roj gefên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin

Rêveberiya Kampa Roj a li Dêrikê diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê derfetê dide rêxistinên terorîst ku xwe ji nû ve birêxistin bike. Her wiha banga rakirina ambargoyê ji ser herêmên Rêveberiya Xweser kir.

Rêveberiya Kampa Roj gefên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin
12 hezîran, 2022   14:58
QAMIŞLO

Rêveberiya Kampa Roj a  li Dêrikê têkildarî gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da.

Daxuyanî li Kampa Roj ji aliyê hevseroka kampê Nûra Ebdo ve bi beşdarbûna rêveberên kampê hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê derfetê li pêşiya rêxistinên terorîst vedike ku li Sûriyê, nexasim li kampên Roj û Holê  jinûve xwe birêxistin bikin.

Her wih hate gotin, çavkaniya van gefan bêdengiya navneteweyî û hinceta avakirina herêmeke ewle dereweke ku pê raya giştî, dewletên mezin, Ewropa, rxistinên hiqûqî û yên Neteweyên Yekbûyî bixapîne.

Rêveberiya Kampa Roj êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser nîşanyên çandî, olî û herêmên ku sivîl lê djiîn şermezar kir û bang li civak û rêxistinên navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan kir ku binpêkirin û sûcên dewleta Tirk ku dixwaze parçeyek ji vê axê dagir bike rawestîne û got, bila Bakur û Rojhilatê Sûriyê nebe kaxeza bazara di navbera dewleta Tirk û dewletên Ewropayê de.

Di dawiyê de Rêveberiya Kampa Roj banga rakirina ambargoya ku li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye ferzkirin, vekirina deriyê Til Koçer kir da ku alîkariyên mirovî û tenduristî derbasî herêmê bibin.

(bx)

ANHA