Li Qahîrayê gera dawî ya danûstandinên Lîbyayî dest pê kir

Li paytexta Misir Qahîrayê, gera sêyemîn a dawî ya nîqaşkirina destûra Lîbyayê dest pê kir.

Li Qahîrayê gera dawî ya danûstandinên Lîbyayî dest pê kir
12 hezîran, 2022   13:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnera taybet a Neteweyên Yekbûyî ya li Lîbyayê Stephanie Williams ku wan nîqaşan birêve dibe, ev ger wekî derfeteke rasteqîn bi nav kir ku parlamento û Meclisa Bilind a Dewletê li ser bingeha destûrê li hev bikin.

Stephanie Williams di axaftina xwe ya destpêka gerê şêwîrî de got, ev gera dawî di qonaxeke krîtîk ku Lîbya tê re derbas bibe tê lidaxistin, nemaze piştî 12 salan ji parçebûnê ku lîbyayan westaniye.

Stephanie Williams diyar kir ku parlamento û Meclisa Bilind a Dewletê li pêşiya derfeteke rasteqîn û berpirsiyariyeke mezin ne da ku bi rêya rêgezên destûrî baş hilbijartin werin lidarxistin.

Stephanie Williams got "Hin madeyên cewherî hene ku li ser wan lihevkirin çênebûne. Hê di vê gerê de li rewşên girîng ku pêwîstiya wan bi çareseriyê heye, li pêşiya we ne."

(bx)