Ji gorê vegeriya jiyanê.. Serpêhatiya şervanekî ji girîgeha çeteyan rizgar bûye

Kesên ku li Efrîna dagirkirî mane di nava tirsê de dijîn. Efrîn a ku ev 4 sal in di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye veguheriye girtîgeheke mezin, aramî lê nemaye û rojane sûcên hovane û dermirovî û li dijî xwezayê lê tê kirin.

Ji gorê vegeriya jiyanê.. Serpêhatiya şervanekî ji girîgeha çeteyan rizgar bûye
11 hezîran, 2022   07:03
ŞEHBA – ALAN REŞÎD

Mihemed Îbrahîm (navê ne rast), ji kantona Efrînê ya dagirkerî ye, serpêhatiya revandin û girtina xwe ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve vedibêje.  Îbahîm 4 sal di girtîgehê de derbas kir, azarên ku di girtîgehên Seco û Kefer Cenê de kişandine bi me re parve dike. Tawana li dijî wî ew bû ku di dema êrişan de xak û bajarê xwe diparast.

Mihemed Îbrahîm piştî serbest tê berdan xwe dighîne malbata xwe ya li Kampa Berxwedan a li kantona Şehbayê.

DU ROJ BI QASÎ SALEKÊ BÛN

Mihemed Îbrahîm di destpêka axaftina xwe de bi bîr xist ku roja 20'ê Çileya 2018'an, saet 4 ê piştî nîvro, dewleta Tirk a dagirker bi balafiran dest bi bombebarankirina kantona Efrînê kir ya ku bi hezaran niştecihên resen û koçberên ji herêmên şer reviyane, dihewand.

Îbrahîm got: "Ez şervanekî YPG'ê bûm, min parastina herêmê dikir. 22' yê Çileyê ji min û komeke hevalan hat xwestin ku biçin gundê Qestel Cindo yê navçeya Şerayê da ku êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ji bajarê Ezaz ê dagirkirî hatine ji bo ku vê cihê stratejîk dagir bikin, bibersivînin."

Îbrahîm îşaret pê kir ku wê demê berxwedanî li hemerî çekên giran ji moşek, hawan û obîsan de di xurtbûna xwe de bûn. Girê gund ê ku em li cih bûn, bû kavil û wiha domand: "Ev êrişên hovane ya li ser gund sedema wê binkeftina çeteyan di kontrokirina gelek deverên gund de bû. Hêzên Komandos ên Tirkiyê jî nikarîbû gavekê pêş de bavêjin.

Sibeha roja 25'ê Çileyê piştî ku me êrişa li ser gir û gund têk bir, balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker tevgera me şopand. Di saetên nîvro de çeteyên Cebha El-Şamiya êrişeke din pêk anî. Ez û hevalê xwe birîndar bûn. Ez di dest û çoga xwe de, hevalê min jî di zikê xwe de birîndar bûn. Hevalan me birin malekê da ku lê tedawî bibin, piştre me birin nexweşxaneyeke herî nêzîk."

Mihemed Îbrahîm anî ziman ku balafirên keşfê heta saetên derengî şevê tevgerên wan dişopandin û bêserûber gund bombebaran dikirin "Di êrişê de mala ku em lê dihatin tedawîkirin bû hedef. Hemû hevalên me yên di wê malê de şehîd bûn. Ez jî bi giranî birîndar bûn min nedikarî bilihevim. Piştî 12 seatan çeteyan girê gund dagir kirin û min ji bin enqazan derxistin, bi dijwarî li cihê birîna min dixist, ji ber wê li ser hişê xwe çûm.

Beriya ku ji ser hişê xwe biçim bi çend kêliyan tê bîra min ku çeteyan di îşkencekirina min de hunerên xwe nîşan didan, min gelek xwîn rijand. Piştre ez birin baregeha çeteyan a li bajarê Ezazê. Tevî birîna min a giran 4 saetan lêpirsîn bi min re dikirn.

Ji ber ku min nedikarî biaxivim û gelek caran ji hişê xwe diçûm, min birin nexweşxaneya leşkerî ya li bajar, birîna min paqij kirin û dûrtin bêyî ku parçeyên di rûyê min de derxînin an jî çoga min a derizî û destê min şikestî bicebirînin.

4 rojan di nexweşxaneyê de mam. Piştre çeteyan careke din min birin baregeha leşkerî. Li wir careke din îşkence li min kirin ku ji ya berê dijwartir bû. Bi hemû cûreyan îşkenceya fîzîkî li min dikirin, bi kabil, dolab û kehrebeyê li min didan. Her wiha gotin nexweş ku rûmeta mirovan binpê dike, bilêv dikirin. Piştre ez xistim hucreyeke tarî û mehekê tê de mam.

Piştre min sewqî girtîgeha Seco ya xirab a girêdayî çeteyên Cehba Şamiyê kir. Di wir de salek û 9 mehan mam, îşkence li min dikirin, lêpirsîn dikirin. Rojekê min birin girê Qestel Cindo û ji min xwest ku cihê çekan nîşanî wan bikim. Her wiha şêniyên gund bi hincetên bê bingeh tawanbar dikirin da ku wan birevînin.

Gelekî şoq mam dema ku min agahiyên şehadeta xwe di wî şerî de ji kesekî ji gundê ku ji aliyê çeteyan ve hatibû revandin, bihîst. Malbata min li Kampa Berxwedan nedizanîn ku hîna sax im.

Gelek caran min hewl da xwe bighînim malbata xwe lê bê encam bû. Piştî gelek meh derbas bûn, berpirsekî girtîgeha Seco destûr da ku nêzî 5 deqeyan bi telefonê bi malbata xwe re biaxivim. Ez bi birayê xwe re axivîn, dema dengê min bihîst matmayî ma û giriya. Min agahî dayê ku ez li gel çeteyên Cebha El-Şamiya girtî me, piştî peywendî hate qut kiri, şiqam li rûyê min da û serê min lê erdê xist.''

ÎŞKENCE LI JIN Û ZAROKAN DIKIRIN

Îbrahîm diyar kir ku salek û nîvî di girtîgeha Seco de ma, piştre wî sewqî girtîgeha Kefer Cenê kir û wiha parve dike: "Rojane îşkece hebû, bi taybet îşkenceya piskolojîk. Min qîrîna jineke Kurd a ji êşa êşkenceyê bihîst. Zarokekî 8 salî jî hebû îşkece lê dikirin, da ku agahiyan li ser dayik û bavên xwe yên ku di hundir de îşkece li wan dikirin, bide wan. Hejmara girtiyan pir bû, ji ber cih teng bû me rûniştî xew dikir.''

Piştî du sal û nîvekê di girtîgeha Kefer Cenê, çeteyan Îbrahîm û du hevalên wî serbest berdidin.

Îbrahîm serpêhatiya xwe wiha didomîne: "Li wir komeke çete yên din nas nake. Komên çete pir bûn. Her du an sê kesan komeke ava kirine. Em li erebeyê siwar bûn û çûn taxa Eşrefiyê. Di rê de min dît çi bi Efrînê kirine. Efrîn ku bi zeytûnên xwe dihat naskirin bûye  beyar û li her deverê xirabî heye."

Em sê rojan li gel xizmê hevalekî xwe yê bi me re girtî bû, man. Ez bi xizmên xwe re axivîn û ji wan xwest ku du milyon û nîv lîreyên sûrî peyda bikin da ku karibim ji Efrînê derkevin. Bi pereyan em ji girîgeha mezin an ku bajarê Efrînê rizgar bûn û em çûn gel xizmên xwe yên li Kampa Berxwedan."

Şopên îşkenceyê hîna li ser laşê Îbrahîm xuya ne, çoga wî derizî ye nikare zêdetirî sed mereyan bimeşe. Her wiha ziyan gihiştine çavên wî û parçe di rû û pişta wî de mane.

Mihemed Îbrahîm li gel malbata xwe ya li hevjîn û du zarokan pêk tê, li Kampa Berxwedan dijî û dest bi tedawiya xwe kiriye.

ANHA