Dagirker gundê Bênê yê Şêrawa didin ber topan

Di van kêliyan de dagirkeriya Tirk derdora gundê Bênê yê navçeya Şêrawa ya Efrîna dagirkirî dide ber topan.

Dagirker gundê Bênê yê Şêrawa didin ber topan
11 hezîran, 2022   06:50
ŞEHBA

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji herêmê dane, artêşa Tirk a dagirker derdora gundê Bênê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ya dagirkirî topbaran dike.

Li gorî agahiyan, heta vê kêliyê nêzî 10 guleyên obîsê li herêmê ketine.

Topbaran dewam dike, lê agahiyên têkildarî encamên topbaranê hîna negihaştine ber dest.

(cx)

ANHA