Komeke ciwanên Ereb û Kurd tev li refên gerîla bûn

Gelek ciwanên Ereb û Kurd bi daxuyaniyekê ragihandin ku ew tev li nava refên gerîla dibin û bang li hemû ciwanan kirin ku li dijî dagirkerî û xiyanetê tev li nava refên gerîla bibin.

Komeke ciwanên Ereb û Kurd tev li refên gerîla bûn
9 hezîran, 2022   18:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Komeke ciwanên Ereb û Kurd li hember êrişên dagirkeriya Tirk û xiyaneta PDK’ê tev li nava refên gerîla bûn. Ciwanan bi daxuyaniyekê tevlêbûna xwe ragihand û gotin li ser banga Komalên Ciwan ew tev li refên gerîla bûne.

Ciwanan di daxuyaniya xwe de diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li hember berxwedana gerîlayan xetimiye, nikare li ber xwe bide û destnîşan kir ku di pêvajoyeke wisa dîrokî de, divê her ciwanek xwe berpirsyar bibîne û tev li çalakiyan bibe û cihê xwe di nava refên gerîla de bigire.

Daxuyaniya ciwanên Ereb û Kurd wiha ye:

“Dewleta Tirk a dagirker ku li dijî nirxên mirovahiyê kar dike, ji bo hebûna xwe ya ku di esas de tune ye bide ferzkirin, û desthilatdariya xwe li cîhanê serwer bike, polîtîkayên qirêj dimeşîne. Êrişî projeya Neteweya Demokratîk û Tevgera Azadiyê dike. Armanca wan bi vê polîtîkayê tunekirina fikir û felsefeya Rêber Apo ye ku li hemû cîhanê belav bûye.

`GERÎLA BERXWEDANEK BÊ HEMPA RABER DIKE`

Êrişa 17’ê Nîsanê li dijî çiyayên Kurdistanê hat destpêkirin, ji aliyê hêzên hegemonîk, bi taybetî dewleta Tirk û PDK’ê ku bi xeta îxanetê cihê xwe di dîrokê de girtiye, hate destpêkirin. Armanca vê êrişê rakirina ji holê ya Tevgera Azadiyê û gelên ku hêza wan asteng dikin e. Lê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji bo parastina baweriya gelê xwe û pûçkirina planên qirkirin û talanê li hemberî van êrişan bûn wek mertal û berxwedaneke bê hempa raber kirin.

`DEWLETA TIRK BI TÊKÇÛNÊ RE RÛ BI RÛ YE`

Hemû polîtîkayên bêexlaq, çekên kîmyewî, êrişên hewayî û bejahî yên ku dewleta Tirk ji bo tunekirina gerîla dan destpêkirin, ji aliyê gerîlayan ve bi vîn û baweriyeke xurt hatin pûçkirin. Dewleta Tirk bi têkçûnê re rû bi rû maye, bi vê cardin xuya dibe şerê gerîla şerê îrade û azadiyê ye.

`EM Ê BI RUHÊ FEDAYÎ DAGIRKERÎ Û XIYANETÊ TÊK BIBIN`

Li ser vê bingehê li ser banga Komalên Ciwanan em weke ciwanên Ereb û Kurd ên vî welatî, li hemberî êrişên qirkirinê parastina ax û namûsa xwe erka xwe dibînin, ji ber vê jî em biryara tevlêbûna nava refên gerîla didin. Di pêvajoyeke wisa de, divê her ciwan bibe bersiv, rabe serî hilde, bibe xwedî rol û tev li nava refên gerîla bibe. Ji ber ku hêvî û xeyalên azadiyê rêya gerîlatiyê ye. Li ser vê bingehê banga me li hemû ciwanên azadîxwaz ew e ku tev li nava refên gerîla bibin. Em ê bi ruhê fedayî dagirkerî û îxanetê têk bibin. Ji bo vê jî em dibêjin, li dijî dagirkerî û xiyanetê, werin cenga azadiyê.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo’’, ‘’Bijî Berxwedana Gerîla’’ û ‘’Werin Cenga Azadiyê” bi dawî bû.