​​​​​​​Sedir xwest parlamenterên wî îstifa bikin

​​​​​​​Rêberê Tevgera Sedir Muqdeta Sedir helwestek nû ragihand û ji parlamenterên tevgera xwe xwest dest ji kar berdin.

​​​​​​​Sedir xwest parlamenterên wî îstifa bikin
9 hezîran, 2022   14:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêberê Tevgera Sedir Muqdeta Sedir îro daxwazek pêşkêşî parlamenterên Tevgera Sedir kir ku nameya îstifayê ji parlamentoyê re binivîsin. Sedir diyar kir ku li welat tenê reform bi hikûmetekî piranî ya nîştimanî dibe. Sedir got: “Divê hemû parlamenterên Tevgera Sedir nameya  îstifayê amade bikin  û pêşkêşî serokatiya parlamentoyê bikin. Ji ber ku du hilbijartekên me hene, yan vekişîn an jî mûxalefet bûn.”

Ev helwesta Rêberê Tevgera Sedir Muqdeta Sedir di demekê de ye ku ev 8 mehin hilbijartina pêşwext a parlamentoya Iraqê pêk hatî, hîn li ser avakirina hikûmetê hêzên siyasî lihev nekirine û ji bo lihevkirinê ti hêvî nîne.