`Bi milyonan mirov li ser fikrê rêber Ocalan in û ji bo azadiya wî tê dikoşin`

Welatparêzê Kurd Mehmûd Tahir Qadir ku di sala 1979'an de 3 mehan li gundê xwe Elpelûrê yê rojavayê Kobanê rêber Abdullah Ocalan pêşwazî kiriye, ji bo bidawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî, bang li şêniyan kir ku dakevin qadan. 

`Bi milyonan mirov li ser fikrê rêber Ocalan in û ji bo azadiya wî tê dikoşin`
8 hezîran, 2022   06:13
KOBANÊ

Dewleta Tirk a dagirker li ser rêber Abdullah Ocalan tecrîdeke giran ferz dike û rê nade bi malbat û parêzeran re hevdîtin bê kirin. Ji ber vê yekê gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bi hêrs bûye û banga bidawîkirina tecrîdê dikin.

Ajansa me li gundê Elpelûrê yê rojavayê Kobanê, hevdîtin bi welatparêzê Kurd Mehmûd Tahir Qadir kir. Malbata Mehmûd Tahir yek ji malbatên ku di sala 1979'an de li gundê xwe rêber Abdullah Ocalan pêşwazî kiriye.

Mehmûd Tahir tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Dewleta Tirk a dagirker, gelê Kurd dike hedef, dixwaze gelê Kurd qir bike, em jî ji bo welatê xwe fedekarî dikin.

Tahir wiha domand: “Divê gelê Kurd li hember hêzên faşîst ku zarokên Kurd dikujin û me weke terorîst bi nav dikin yekîtiya xwe ava bike, wê demê dê dijmin nikaribe me qir bike.”

Tahir destnîşan kir ku rêber Ocalan li gel 7 hevalan Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ava kir, niha bi milyonan kes bi PKK'ê re ne. Fikir û felsefeya rêber Ocalan li her çar parçeyên Kurdistanê belav bûye û her kes ji bo azadiya wî tê dikoşin.

Welatparêzê Kurd Mehmûd Tahir teqez kir ku dewleta Tirk li hember gelê Kurd sûcan pêk tîne, lê wê nikaribe gelê Kurd qir bike û wiha got:" Gelê Kurd tu karekî terorî nekiriye, ji ber çi hêzên ku demokratiyê îdia dikin, bê deng in.”

Mehmûd Tahir der barê sedemên tecrîda li ser rêber Ocalan û qedexekirina hevdîtinê de got:" Ji ber ku Kurd e, ji bo Kurdistanê tê dikoşîn, bi milyonan kes li ser fikr û felsefeya wî dimeşin. Ev fikr ji bo pêkanîna wekheviya di navbera jin û mêran de ye û mafê hemû pêkhateyan û azadiya wan misoger dike. Ev daxwaz qanûnî û rewa ye."

Welatparêzê Kurd Mehmûd Tahir di dawiyê de bang li gelan kir ku ji bo bidawîkirina tecrîda li ser rêber Ocalan û naskirina rewşa wî ya tenduristî serî hildin û çalakiyan lidar bixin.

(şt)

ANHA