​​​​​​​Meclîsa Malbatên Şehîdan: Divê hikumeta Şamê Sûriyê biparêze

Meclîsa Malbatên Şehîdan li paytexta Sûriyê Şamê, bang li hikumeta Şamê kir ku diyalogê bi Rêveberiya Xweser re bike û xwedî li erka xwe ya neteweyî ya parastina xaka Sûriyê ji êrişên dagirkeriya Tirk derkeve. Her wiha meclîsê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze wek çawa li Lîwa Skenderon kiriye, li bakurê Sûriyê jî bike Tirk.

​​​​​​​Meclîsa Malbatên Şehîdan: Divê hikumeta Şamê Sûriyê biparêze
7 hezîran, 2022   15:55
ŞAM

Meclîsa Malbatên Şehîdan li paytexta Sûriyê Şamê, daxuyaniyek da. Daxuyanî der barê êriş û gefên dagirkeriya Tirk ên li ser xaka Sûriyê de bû.

Daxuyanî li qada (Servîs) a taxa Zorava, ji aliyê endamê rêveber ê Meclîsa Malbatên Şehîdan, Mistefa Nesan ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker û gefên wê li dijî  Sûriyê û Baku û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin. Ji destpêka aloziya Sûriyê ve dewleta Tirk a dagirker destekê dide çete û terorîstan ji bo rihê manewî yê gelê Sûriyê têk bibe.”

Di Daxuyaniyê de îşaret bi siyaseta dagirkeriya Tirk li Sûriyê wek guhartina demografî û bicihkirina koçberên biyanî hat kirin û hat gotin ew dixwaze bi rêya van kiryaran dagirkeriya xwe firehtir bike û projeya xwe ya bi navê “herêma ewle” pêk bîne.

Di daxuyaniyê de hat teqezkirin ku aramî li Sûriyê wê bi derketina artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê re peyda bibe, her wiha hat diyarkirin ku armanca dagirkeriyê parçekirina Sûriyê û wek çawa li Lîwa Skenderon di 1939’an de kiriye, dixwaze li bakurê Sûriyê jî bike Tirk.

Di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî hat kirin ku fişarê li dewleta Tirk a dagirker bike û rê nede ku êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidomîne. Her wiha bang li hikumeta Şamê hat kirin ku bi Rêveberiya Xweser re diyalogê bike û xwedî li erka xwe ya neteweyî û parastina xaka Sûriyê derkeve.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li gelê Sûriyê hat kirin çi li derve yan jî hundir, ku dakevin qadan û fişarê li civata navneteweyî bikin ji bo dagirkeriya Tirk ji xaka Sûriyê derkeve.

ANHA