​​​​​​​Li navenda Hesekê xebatên serjimaiyê dest pê kirin

Piştî ku di 10 rojên dawîn de li gund, navçe û bajarokên kantona Hesekê xebatên serjimariyê pêk hatin, li navenda kantonê serjimariyê dest pê kir û dê 2 rojan dewam bikin.

​​​​​​​Li navenda Hesekê xebatên serjimaiyê dest pê kirin
​​​​​​​Li navenda Hesekê xebatên serjimaiyê dest pê kirin
​​​​​​​Li navenda Hesekê xebatên serjimaiyê dest pê kirin
​​​​​​​Li navenda Hesekê xebatên serjimaiyê dest pê kirin
​​​​​​​Li navenda Hesekê xebatên serjimaiyê dest pê kirin
​​​​​​​Li navenda Hesekê xebatên serjimaiyê dest pê kirin
​​​​​​​Li navenda Hesekê xebatên serjimaiyê dest pê kirin
4 hezîran, 2022   10:35
HESEKÊ

Xebatên serjimariyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye di 26'ê Nîsanê de dest pê kiribûn. Îro Nivîsgeha Serjimariyê ya Herêma Cizîrê bi koordîneya Desteya Perwerdeyê û hevserokên komînan dest bi xebatên serjimariyê li navenda bajarê Hesekê û gundên girêdayî wê kir.

Piştî ku serjimarî li Dirbêsiyê, Zirgan û Til Temirê di 24'ê Gulanê de û Hol, Şedadê, Mergede, El-Erîşe û Deşîşeyê di 30'yê Gulanê de bi dawî bûn, serjimariyê li navenda kantonê dest pê kir.

Xebatên serjimariyê ku dê 2 rojan dewam bikin, derdora 700 mamoste, endamên Nivîsgeha Serjimariyê ya Herêma Cizîrê û hevserokên komînan beşdar bûne.

(dm)