Mazlum Ebdî: Em ê berxwedaneke dîrokî nîşan bidin

Îro Mezlûm Ebdî tev li bernameyeke taybet a Ronahî TV bû û got: “Em amade ne û ji ber bihêztir in ku bersivê bidin dewleta Tirk, em bawerin ku dê dewleta Tirk di şer de bi ser nekeve. Lê ger êriş bike emê berxwedaneke dîrokî nîşan bidin.”

Mazlum Ebdî: Em ê berxwedaneke dîrokî nîşan bidin
3 hezîran, 2022   21:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî tev li bernameyeke taybet a Ronahî TV bû û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê nirxandin.

Fermandarê Giştî yê QSD'ê MezlûmEbdî di hevpeyvînê de got: “Armanca me ew e ku hemû pirsgirêk bi diyalogê werin çareserkirin. Em hewl didin pirsirêka herêmên me yên dagirkirî bi diyalogê çareser bibin. Em dixwazin pirsgirêkên xwe bi dewletên cîran re, bi danûstandinê çareser bikin.”

 Der barê çareseriya aloziya Sûriyê de wiha axivî: “Divê hemû alî zanibin ku diyalog dikare dawî li aloziya Sûriyê bîne.”

 Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî têkildarî helwesta Rûsya, DYA û hikumeta Şamê ji êrişên dewleta Tirk wiha axivî: “DYA, NY, Rûsya û rejîma Sûrî heta niha li hember êrişeke Tirkî xwedî helwest in. Em bawer in ku wê helwestên dijberî êrişê dewam bikin, lê divê xurtir bin. Divê Tirkiyê neçar bikin ku pabendî peymana 2019'an a agirbestê bibe. Em pabendî peymana_2019'an bûne, lê dewleta Tirk bin pê dike. Rûsya ji bo me piştrast dike ku wê destûrê nedin êrişeke dewleta Tirk.”

Her wiha Mezlûm Ebdî bang li penaberan kir ku nekevin xefka Tirkiyê û fitineyeke Sûrî.

Fermandarê Giştî yê QSD'ê MezlûmEbdî: “Em amade ne û ji berê bihêztir in ku bersivê bidin dewleta Tirk. Em bawer in ku wê dewleta Tirk di şer de bi ser nekeve. Em ne şerxwaz in, lê ger êriş bike, em ê berxwedaneke dîrokî bimeşînin.”