Cara sêyemîn… Çeteyên dewleta Tirk bi hicetên derew keçek ji Efrînê revand

Çavkaniya ji kantona Mabetayê ragihand ku çeteyên Sultan Silêman Şah (Emşat) ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker keçek ji gundê Kaxirê yê navçeya Mabetayê revand.

Cara sêyemîn… Çeteyên dewleta Tirk bi hicetên derew keçek ji Efrînê revand
3 hezîran, 2022   16:23
ŞEHBA

Ji dema ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Efrîn dagir kiriye, çeteyên Emşat cara sêyemîn li pey hev keça bi navê Nesrîn Mihemed Weqas a ji şêniyên gundê Kaxirê yê navçeya Mabetayê bi hiceta dan û standina wê berê bi saziyên Rêveberiya Xweser li Efrîn, revand.

Li gorî heman çavkaniyan, çeteyan Nesrîn birin cihekî nediyar û heta niha çarenûsa wê nayê zanîn.

(şx)

ANHA