​​​​​​​Ji ber topbarana li Girê Spî, jinek û zaroka wê birîndar bûn

Di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî gundê Şeşê yê li rojavayê Girê Spî de jinek û zaroka wê birîndar bûn.

​​​​​​​Ji ber topbarana li Girê Spî, jinek û zaroka wê birîndar bûn
1 hezîran, 2022   18:32
EYN ÎSA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Şeşê yê li rojavayê Girê Spî yê dagirkirî topbaran kir.

Di encama topbaranê de, welatiya bi nave Kewser Hec Xelîl (45) û zaroka wê, Mizgîn Hec Xelîl (11) bi giranî birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneya Kobanê.

(fr)

ANHA