Artêşa Tirk balafirgeha Miniqê û Kefer Anton topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê balafirgeha Miniqê ya Şehbayê û gundê Kefer Anton ê navçeya Şera ya Efrînê topbaran dikin. Di encamê de 2 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn.

Artêşa Tirk balafirgeha Miniqê û Kefer Anton topbaran dike
1 hezîran, 2022   16:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Di van kêliyan de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê balafirgeha Miniqê ya kantona Şehbayê û gundê Kefer Anton ê navçeya Şera ya kantona Efrînê ya dagirkirî topbaran dikin.

Di encama topbaranan de 2 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn.

(fr)

ANHA