Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM: Projeyên mêtîngeriyê yên dewleta Tirk şermezar dikin

Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM`ê guhertina demografî û projeyên mêtîngeriyê yên dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne şermezar kirin û bang li hemû jin, rêxistinên jinan û hiqûqî kir ku helwesteke hevbeş nîşan bidin, tev li hemleyên piştgiriyê li dijî planên dewleta Tirk a faşîst bibin.

Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM: Projeyên mêtîngeriyê yên dewleta Tirk şermezar dikin
1 hezîran, 2022   13:51
QAMIŞLO

Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM`ê têkildarî guhertina demografî û projeyên mêtîngeriyê yên dewleta Tirk a dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne û êrişên li ser herêmê daxuyaniyek bi beşdarbûna yekitiyên di bin sîwana TEV-DEM`ê de, da.

Daxuyanî ji aliyê her du endamên nivîsgeha Jinan a TEV-DEM`ê Zeyneb Hesen û Henan Bekir ve li pêşiya navenda TEV-DEM`ê ya li bajarê Qamişlo hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate diyakririn ku dewleta Tirk êrişî îradeya gel dike, gefan li hebûna wan dixe û di êrişên xwe de rêbazên herî dijwar bi kar tîne, êrişên wan dûrî nirx û pîvanên exlaqî û mirovî ne her wiha bi rêya avakirina gelek projeyên mêtîngeriyê soza dagirkirina herêmên nû bi awayekî berçav, dide.

Her wiha di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hikumeta AKP`ê û di serî de Erdoganê terorîst alîgirê yekemîn ji rêxistinên terorîst û komên faşîst li herêmê re ye û ew jî bûye çavkaiya metirsiya civakan.

Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM`ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku dewleta Tirk bi rêya çekên hewayî û bejahî bajar û gundewarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê topbaran dike, ev jî hewldaneke ji bo dîtina zemîneke baş da ku wan dagir bike û hewldana siyaseta xapandina civaka tirkî û navneteweyî ye da ku wan razî bike ku êrişên leşkerî yên dagirkerî pêk bîne û armancên xwe yên siyasî û şovenîst pêk bîne.

Nivîsgehê di daxuyaniyê de teqez kir, her ku dewleta Tirk bi lewazbûn û binketina siyasî, aborî û leşkerî di hundirê Tirkiyê de hîs dike û ji aliyê hêzên gerîla û YJA Starê rastî derbeyên giran tê, dixwaze bi rêya projeyên dapîrên xwe zêdetir herêman bixe bin serweriya xwe, dagir bike û komkujiyan li dijî jin û zarokan pêk bîne.

Nivîsgehê bang li hemû jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rêxistinên jinan, hiqûqî kir ku helwesteke cidî nîşan bidin û ji bo parastina nirx û destkeftiyan tev li hemleyên piştgiriyê li dijî siyasetên şovenîst û radîkal ên dewleta Tirk bibin.

Her wiha bang li NY`yê, di serî de rêxistinên mafên mirovan, nûnerên jinan li cîhanê kir ku erka xwe ya exlaqî li hember xeteriya rewşên li herêmê pêk bînin.

(bx)

ANHA