​​​​​​​Şêniyên Minbicê şehîdên mehên Nîsan û Gulanê bi bîr anîn

Şêniyên bajarê Minbicê li goristana şehîdan a li başûrî bajêr, ji bo bîranîna şehîdên mehên Nîsan û Gulanê mûm li ser gorên şehîdan vêxistin.

​​​​​​​Şêniyên Minbicê şehîdên mehên Nîsan û Gulanê bi bîr anîn
​​​​​​​Şêniyên Minbicê şehîdên mehên Nîsan û Gulanê bi bîr anîn
​​​​​​​Şêniyên Minbicê şehîdên mehên Nîsan û Gulanê bi bîr anîn
​​​​​​​Şêniyên Minbicê şehîdên mehên Nîsan û Gulanê bi bîr anîn
31 gulan, 2022   18:59
MINBIC

Di merasîma bîranîna şehîdên mehên Nîsan û Gulanê de şêniyên Minbicê, endamên Mecilsa Malbatên Şehîdan û endamên saziyên leşkerî û sivîl amade bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan li Minbicê Mehmûd Ebû Îdo axivî.

/ar/uploads/files/2022/05/31/180725_mhmwd-abw-aydw.webp

Mehmûd Ebû Îdo got: "Em îro şehîdên welatê xwe bi bîr tînin, em fedekarî û serkeftinên wan ji bîr nakin, em ê heta dawî li ser şopa wan bimeşin."

Îdo wiha domand: "Di van rojan de em salvegra rizgarkirina bajarê Minbicê dijîn, di heman demê de dagirkeriya Tirk gefan dixwe."

Merasîm bi vêxistina mûman li ser gorên şehîdan bi dawî bû.

(fr)

ANHA