Li pêş navenda Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn erebeyek şewitî-HATE NÛKIRIN

Li gorî agahiyên ku ji Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatine wergirtin, ji ber herikîna benzînê ji janatora kehrebeyê, di erebeyek ji cureya Van de li geraca li pêş navenda Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Hesekê teqîn pêk hat.

Li pêş navenda Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn erebeyek şewitî-HATE NÛKIRIN
31 gulan, 2022   09:25
HESEKÊ

Nûçegihanê me ji Hesekê ragihand ku beryia çend kêliyan li geraca li pêş navenda Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li taxa Kelasê ya bajarê Hesekê, erebeyek ji cureya Van teqiyaye.

Di encama teqînê de zirarên canî çênebûn, lê agir bi sahrîcekî sotemeniyê û erebeyek sivîlan a nêzî cihê teqînê ketiye.

Agir ji aliyê tîmên agirkujiyê ve hate vemirandin.

 (cx)

ANHA