Meşa dirêj a li dijî dagirkerî û xiyanetê ji Tirbespiyê ber bi Girkê Legê ve didome

Meşa dirêj a Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan organîze kirî di roja duyemîn de didome. Çalakvan ji navçeya Tirbespiyê ber bi Girkê Legê ve dimeşin.

Meşa dirêj a li dijî dagirkerî û xiyanetê ji Tirbespiyê ber bi Girkê Legê ve didome
31 gulan, 2022   08:25
 QAMIŞLO

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan bi dirûşmeya “Li dijî dagirkerî û îxanetê werin cenga azadiyê” meşeke dirêj organîze kir. Meş di roja duyemîn de didome. Meşvan vê sibê li pêş navenda Ciwanên Şoreşger a li rojavayê navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo kom bûn û ber bi navçeya Girkê Legê ve dimeşin.

Meş li dijî êrişên dagirkeriya Tirk û xiyaneta Partiya Yekitiya Demokratîk (PDK) û destekdayîna berxwedana gerîla, tê lidarxistin û endamên rêxistin, yekitî û saziyên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan tevlê bûne. Meşê duh ji Çerxerêya Osman Sebrî ya bajarê Qamişlo dest pê kiribû.

Meşvanan wêneyên rêber Abdullah Ocalan, şehîdên azadiyê, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên û alên YPG/YPJ`ê rakirine û dirûşmên silavkirina berxwedana gerîla û “bimire îxanet” berz dikin.

Beşdarên çalakiyê dê nêzî 90 km ji Qamişlo heta Dêrikê bimeşin û tê payîn ku îro êvarê meşvan bigihêjin navçeya Girkê Legê.

ANHA