HPG`ê nasnameya 3 hevrêyên xwe yên şehîd eşkere kir

HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên ku li Bestayê şehîd bûne eşkere kir û diyar kir, “Hevalên me Koçer, Berxwedan û Dijwar fermandarên pêşeng bûn. Em ê têkoşîna hevrêyên xwe bi serfiraziyê tacîdar bikin.”

HPG`ê nasnameya 3 hevrêyên xwe yên şehîd eşkere kir
31 gulan, 2022   08:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê wisa ye:

“Di 25’ê Nîsana 2022’an de artêşa Tirk a dagirker li herêma Bestayê operasyonek dabû destpêkirin. Di vê operasyonê de hevalên me Koçer, Berxwedan û Dijwar şehîd bûn. Ev hevalên me bi heyecan û îddîayeke mezin derbasî Bakurê Kurdistanê bûbûn û bi helwesta xwe ya biryardar a di têkoşîna xwe de, wan baweriya xwe ya ji bo serfiraziyê di her demê de parastine. Hevalên me Koçer, Berxwedan û Dijwar her yek ji wan fermandarên pêşeng bûn. Em ê têkoşîna her sê hevalên xwe bi serfiraziyê tacîdar bikin.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:

 Nasnav: Koçer Didêrî

 Nav û paşnav: Naîm Îlçîn

  Cihê jidayikbûnê: Êlih

  Navê dê û bav: Ayşe - Mehmet

  Dîrok û cihê şehadetê: 25’ê Nîsana 2022’an / Besta

 

  Nasnav: Berxwedan Amara

  Nav û paşnav: Leyla Îldenîz

  Cihê jidayikbûnê: Îzmîr

  Navê dê û bav: Nazdar - Faysal

  Dîrok û cihê şehadetê: 25’ê Nîsana 2022’an / Besta

 

  Nasnav: Dijwar Cîzre

  Nav û paşnav: Selîm Ûslû

  Cihê jidayikbûnê: Şirnex

  Navê dê û bav: Nefiye - Mehmet

  Dîrok û cihê şehadetê: 25’ê Nîsana 2022’an / Besta

Rêhevalên me Koçer, Berxwedan û Dijwar ku di têkoşîna azadiya gelê me de têkoşîneke bênavber dimeşandin, di vê dema ku em di qonaxên herî krîtîk ên azadiya gelê xwe re derbas dibûn, li Bakurê Kurdistanê bi gerîllatiyê erkên xwe bi rêk û pêk anîn. cih. Di serî de ji malbatên hêja yên her sê rêhevalên xwe, em sersaxiyê ji hemû gelê xwe yê welatparêzê Kurdistanê re, yên di têkoşîna xwe ya destanî de şehîd bûne û bûne endamên PKK’ê, dixwazin.”