​​​​​​​Rojnameyên erebî: Hikumeta Şamê tawankarê Komkujiya Tedamûn radigire

Rojnameyên erebî yên vê sibê behsa ragiritina tawankarê komkujiya Taxa Tedamûn ji aliyê hikumeta Şamê ve, dualîtiya Muqteda Sadir di avakirina desthilatên herêmî yên Iraqê de û rûniştina yekemîn a giştî ya meclisa nû ya parlamantoya Lubnanê, kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Hikumeta Şamê tawankarê Komkujiya Tedamûn radigire
31 gulan, 2022   07:39
NAVENDA NÛÇEYAN

TAWANKARÊ KOMKUJIYA TAXA TEDAMÛN JI ALIYÊ REJÎMA SÛRIYÊ VE TÊ RAGIRTIN

Rojnameya Şerq El-Ewsat di hejmara xwe ya îro de têkildarî rewşa Sûriyê wiha nivîsî: “Tora Mafên Mirovan a Sûriyê duh di raporeke xwe de diyar kir ku efserê hêzên ewlehiyê ya Sûriyê û tawanbar  Emced Yûsif ku li taxa Tedamûn a Şamê bi dehan sûrî kuştin û bi dehan jin tecawiz kirin, ji aliyê rejîma Sûriyê ve hat ragirtin. Her wiha destnîşan kir ku fikar hene ku çarenûsa 87 hezar windayên bi darê zorê li Sûriyê wekî çarenûsa girtiyên taxa Tedamûn be.

Kovara “New Lines” ya taybet bi kar û barên Rojhilata Navîn di dawiya Nîsanê de lêpirsînek belav kir, tê de eşkere bû ku Emced Yûsif ê bi ser hêzên Şaxê herêma 227 a girêdayî îstixbarata leşkerî ve tê hesibandin, bi dehan welatiyên Sûriyê li taxa Tedamûn a Şamê binçavkirine û revandine. 41 kes ji wan ji aliyê Emced ve hatin kuştin û di kortekê de hatin werkirin. Di lêpirsînê de mikurhatina Emced Yûsif jî hatibû belavkirin. Li gorî rapora Tora Mafên Mirovan a Sûriyê, ragirtina Emced ji aliyê rejîma Sûriyê ve li gorî destûrnameya dadgehê pêk nehatiye, her wiha ew rastî dadgehê nehatiye kirin, rejîma Sûriyê tu agahiyên têkildarî binçavkirina Emced parve nekirin.

Tora Mafên Mirovan a Sûriyê li ser çarenûsa 87 hezar windayên bi darê zorê fikarên xwe anî ziman û got: “Ji Adara 2011`an ve, herî kêm 131 hezar û 469 kes ji aliyê rejîmê ve tên binçavkirin, di nava wan de 86 hezar û 792 windayên bi darê zorê hene, hezar û 738 zarok in û 4 hezar û 986 jin in. Rejîma Sûriyê nasnameya kesên ji aliyê Emced Yûsif û hevalên wî ve hatine kuştin ranegihand, malbatên wan jî ji kuştina wan agahdar nekirin.”

LUBNAN.. YEKEMÎN RÛNIŞTINA GIŞTÎ YA MECLISA NÛ YA PARLAMANTOYÊ

Di kar û barên Lubnanê de jî, rojnameya El-Beyan nivîsî: “Îro çav li navenda parlamantoya Lubnanê ya li Qada Necmê ya Beyrûtê ne, ku dê li wir tedbîrên hilbijartinên parlamantoyê dê temam bibin. Dê rûniştina yekemîn a meclisa nû ya parlamantoyê were lidarxistin, wekî desteyek hilbijartî ya bi hilbijartina serokekî hatî erkdarkirin, dê dîsa serokê berê Nebîh Berî, cîgir û endamên desteya nivîsgeha wî hilbijêrin. Bi vê yekê dê wîlayeteke nû ku temenê wê 4 sal in dest pê bike. Tê zanîn ku dê encamên rûniştina îro, bandorê li wîlayeta parlamantoyê bi giştî, şêwirên parlamantoyê yên ji bo diyarkirina serokekî nû yê hikumetê û pirsgirêka hilbijartinên serokatiya komarê bike, piştî ku wîlayeta serok Mîşêl Ewn di dawiya Cotmeha borî de bi dawî bûbû.

Gelek alî li ser vî tiştî li hev dikin, ku dê serok Berî wîlayeteke 7`emîn bi dest bixe.”

ŞEPÊLA SADIR DI AVAKIRINA DESTHILATÊN HERÊMÎ DE DUALÎTIYÊ DIMEŞÎNE

Têkildarî rewşa Iraqê jî, rojnameya El-Ereb nivîsî: “Aliyên siyasî yên iraqî dibêjin ku xebatên ji bo parvekirina peywirên fermandarî û rêveberiyê li parêzgehan û herî dawî lihevkirina Şepêla Sadir û Çarçoveya Koodîneyê ya têkildarî parêzgha Babil û cîgirên wê, rewşeke dualîtiyê nîşan dide, bi taybet dualîtiya Muqteda Sadir rave dike.

Heman aliyan daxuyand ku Şepêla Sadir ku bi bihaneya sozên danîna sînorekî ji rêxistina siyasî ya heyî re, rêgeha hilbijartina serokkomar û avakirina hikumeta nû asteng kir, lê di mijara peywirên rêveberiyê de ew sozên xwe ji bîr kir û bi hevirkên xwe re dest bi danûstandinan kir.

Çavkaniyên xwedî agahî, demeke berê peymana di navbera Hevbendiya Fetih û Şepêla Sadir de eşkere kiriûb, li gorî wê mudîrê bacan li Babilê Elî Weid Elawî El-Dilêmî, peywira parêzgarê Babilê girt.

(cx)