Li Girê Hakkarî herî kêm 11 dagirker hatin cezakirin

Di çalakiyên gerîla yên li herêma Berxwedana Girê Hekkarî de herî kêm 11 dagirker hatin cezakirin.

Li Girê Hakkarî herî kêm 11 dagirker hatin cezakirin
29 gulan, 2022   17:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku li Metîna şerên dijwar rû dane û gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi awayekî bi bandor derbe li dagirkeran dane.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku li herêma Berxwedana Girê Hakkarî ya Metîna şerên dijwar diqewimin û got: “Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabur de; Dagirkerên ku xwestin ber bi çeperên şer ên Şehîd Akîf ve bi pêş ve biçin, ji her du aliyan ve hatin gulebarankirin. Herî kêm 11 dagirker hatin cezakirin. Cenazeyên 2 dagirkeran di bin kontrola gerîlayan de ne. Li herêmê pevçûnên dijwar didomin.“