Şêniyên Kobanê bi vêxistina mûman şehîdên meha Gulanê bi bîr anîn

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê li Goristana Şehîd Dicle ji bo bîranîna şehîdên meha Gulanê mûm li ser gorên şehîdan vêxistin.

Şêniyên Kobanê bi vêxistina mûman şehîdên meha Gulanê bi bîr anîn
Şêniyên Kobanê bi vêxistina mûman şehîdên meha Gulanê bi bîr anîn
Şêniyên Kobanê bi vêxistina mûman şehîdên meha Gulanê bi bîr anîn
29 gulan, 2022   19:06
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê ji bo bîranîna 119 şehîdên meha Gulanê yên di dem û cihên cuda de şehîd bûne berê xwe dan Goristana Şehîd Dicle.

Di merasîma bîranînê de hevserokê Nivîsgeha Jîngehê ya herêma Firatê Arif Balî axivî û bal kişand ser girîngiya meha Gulanê ji bo gelê Kurd û got, meha Gulanê meha şehîdan e.

Arif Balî diyar kir ku ji bo pêkanîna xewnên şehîdan pêwîstî bi hevkariya di navbera gelê Kurd û gelên din ên herêmê de heye.

Paşê, mûm li ser gorên şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistan û QSD'ê hat vêxistin.

(şt)

ANHA