​​​​​​​Kongreya diyaloga lubnanî – kurdî didome

Çalakiyên kongreya diyaloga lubnanî – kurdî bi dirûşma "Ber bi jiyaneke hevbeş û welatbûneke wekhev" li Beyrûtê bi nîqaşkirina jiyana hevbeş, biratiya gelan û rola jinan di demokratîkbûa civakê de, didome.

​​​​​​​Kongreya diyaloga lubnanî – kurdî didome
29 gulan, 2022   15:04
BEYRÛT

Beşa duyemîn ji kongreyê ji aliyê rojnamevanê ermenî Hamo Moskoviyan ve hate destpêkirin. Di beşa yekemîn de Serokê Partiya Yekitiya Suryanî ya Cîhanî Îbrahîm Mûrad têkildarî çanda jiyana hevbeş û biratiya gelan de, axivî. Mûrad di axaftina xwe de behsa siyasetên binpêkirinê ku sîstemên dagirkerên Kurdistanê li dijî gelê Kurd li Iraq, Sûriyê, Tirkiyê û Îranê pêk tîne, kir.

Mûrad got rêber Abdullah Ocalan sembola biratiya gelan li herêmê ye û di heman demê de tecrîda ku ji aliyê dewleta Tirk ve li ser wî tê ferzkirin, şermezar kir.

Paşê Nûnerê Rêveberiya Xweser li Lubnanê Ebduselam Ehmed wiha axivî: "Ji girîngtirîn encamên Şerê Cîhanê yê Yekemîn, belavkirin û parvkirina mîrata mêrê nexweş (desthilata osmanî) navbera dewletên serkeftî di şer de, avakirina hebûnên siyasî yên nû li gorî peymana Sykes-Picot-Zazanov. Li gorî tevahî herêm hate parçekirin, bû dewlet û erdnîgariyên ku bi rêbazê heyî tune bûn. Kurdistanê jî di nava 4 dewletan de parçe bû, ji wan jî komara Sûriyê ye."

Ehmed wiha domand: "Welatê kurdî bi her sê kantonên xwe Cizîrê, Kobanê û Efrînê di nava nexşerêya siyasî ya dewletên nû de bû. Ew jî herêmên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne. Rola kurdan di têkoşîna li dijî dagirkerên fransî û di pozîsyona kursa yekemîn de di avakirina dewleta sûrî ya jûjen de pîroz bû ku di 17`ê Nîsana 1946`an serxwebûna xwe bidest xist."

Ehmed di dawiyê de ev tişt got: "Dîtina rêbazên nû ji têkiliyên demokratîk re di navbera gelên Sûriyê û gelên herêmê de, pêkanîna sîstemeke konfederal û demokratîk li Sûriyê, Iraq, Îran û Tirkiyê bi şertê ku hemû gel û netewe mafên xwe li ser esasê vê projeyê bidest bixin û dûrî têgîna dewleta neteweyî bin. Ev jî nûnertiya çareserî û derketina ji aloziyên têne dûbarekirin, her wiha ji rewşa rijandina xwînê ku ev zêdetirî 10 salane didome, dike."

Seroka Weqfa Jîn a jinan Buşra Elî behsa çawa jinê rola xwe di veguhartina demokratîkirina civakê de lîst, kir. Buşra Elî got li gorî nêrîna mêrê desthilat ew xwediyê malê ye û jin di hundirê malê de kedkar û karekere destheqê wê erzan e.

Buşra Elî teqez kir ku çareserî di pêkanîna veguhertina demokratîk li malbatê ye ku xwe dispêre jiyana hevbeş di navbera jin û mêr de da ku têkilî bibin wekhev, nifşekî baş di warê zihnî, çandî û piskolojîk de were avakirin.

Buşra Elî diyar kir ku qanûnên parastina jinan a bi armanca parastina jinan ji koletî ye, misogeriya wekheviya giştî bi mêr re di her tiştî de ku mafên siyasî û zagonî bidest bixe da ku jin beşdarî cih û navendên avakirina biryarê bibe, çi demên şer û çi demên aştiyê de be. Divê hêzeke zextê ya rêxistinkirî ya jinan ku çalak û bi bandor be were avakirin,  da ku bang li hikumetan bikin ku peymanên navneteweyî yên pêwendîdar bi mafên mirovan bi giştî û mafên jinan bi taybet pêk bînin.

Girêdayî warê perwerde û fêrkirinê Seroka Weqfa Jîn a jinan Buşra Elî ev tişt anî ziman: "Perwerde û fêrkirin hemû kedên civakê di perwerdekirina ferdên xwe bi giştî û ciwanan bi taybet de ye. Pîroziya mafên perwerde û fêrkirinê ji girîngiya wê tê. Pêdiviya me di vê warî de bi avakirina akademî û saziyên jinan ên perwerdekirin û fêrkirinê heye ku nifşekî nû ava bike û wekheviya rastîn misoger bike."

Her wiha çalakvana lubnanî Neimet Bedredîn jî got dewleta Tirk a dagirker 3`yemîn mezintirîn dîwar li cîhanê ava dike û îşaret bi tecrubeya jina Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Neimet Bedredîn bal kişand ser tecrîda ku li ser rêber Ocalan tê ferzkirin û wiha anî ziman: "Tecrîda ku li ser rêber Ocalan li Îmraliyê tê ferzkirin û li ser girtiyên siyasî li Tirkiyê jî tê ferzkirin, binpêkirineke berçav ji mafên mirovan re ye. Tişta ku dewleta Tirk pêk tîne dijberî demokrasî û mirovahiyê ye."

Her wiha Neimet Bedredîn teqez kir ku pêwîstiya wan bi sîstemeke demokratîk, rawestandina danûstandina bi Ewropa re heye, ji ber Ewropa demokrasiyê tenê li gorî berjewendiyên xwe ava dike.

Neimet Bedredîn di dawiyê de ev tişt anî ziman: "Divê rewşeke taybet ji kurdên li Lubnanê re were dayîn. Em bang li hikumeta Lubnanê dikin ku mafên gelê Kurd li Lubnanê bide wan û dewleteke welatbûnê ava bike."

 (bx)

ANHA