Li rojhilatê Ukraynayê şer giran e

Hêzên Ukraynayê ragihand ku li rojhilatê welêt şerekî giran diqewime. Hemwextî wê hêzên Rûsyayê bi armanca kontrolkirina bajarê Syevyerodonetsk êrişeke dijwar pêk anî.

Li rojhilatê Ukraynayê şer giran e
29 gulan, 2022   07:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Reutersê, Serfermanariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Ukraynayê îro li ser hesabê xwe yê Facebookê got, “Hêzên Rûsya êrişî herêmeke girêdayî bajarê Syevyerodonetsk kirine.”

Hakimê herêma Lugansk a rojhilatê Ukraynayê roja înê ragihandibû ku piştî dorpêçkirina hêzên wan çend rojan, hêzên Rûsya ketine bajarê Syevyerodonetsk.

Li herêma Donbas a rojhilatê Ukraynayê şerekî dijwar rû dide. Moskovê şemiyê destnîşan kiribû ku hêzên alîgirên wan dest danîne ser bajarokê Lyman ê stratejîk, ku koorîdora ber bi her du bajarên mezin Slovyansk û Kramatorsk ve ye.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî bi daxuyaniyekê got, “Piştî operasyonên hevbeş yên yekîneyên Milîsên Komara Donetsk û hêzên çekdar ên Rûsya, bajarokê Lyman bi temamî hate rizgarkirin.”

Li aliyê din, balyozê Rûsya li Londonê Andres Keelen teqez kir ku niyeta Moskov tune ye ku di operasyona leşkerî ya li Ukraynayê de çekên kîmyewî bi kar bîne. Keelen destnîşan kir ku ev çek di van rewşan de bi carekê nayên bikaranîn.

Balyozê rûsî ji tora “BBC” a Brîtanyayê re wiha got, “Li gorî bîrdoziya leşkerî ya Rûsya, çekên nukleerî yên taktîkî bi carekê di mîna van şeran de nayên bikaranîn, tu eleqeya wê bi operasyona li Ukraynayê re nîn e.”

(cx)