'Êrişên li ser Şengalê encama têkçûna li Herêmên Parastinê yên Medyayê ye'

Êzidiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da zanîn ku êrişên artêşa Tirk a dagiker li ser Şengalê encama têkçûna wê li Herêmên Parastinê yên Medyayê ne  û gotin, "Şengal dilê Kurdistanê ye û hêzên dijber dixwazin wê ji Kurdistanê qut bikin."

'Êrişên li ser Şengalê encama têkçûna li Herêmên Parastinê yên Medyayê ye'
28 gulan, 2022   07:10
HESEKÊ-BOTAN HISÊN

Planên dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK'ê û bi destê hikûmeta Kazimî li dijî Şengalê dewam dikin. Aramanc dagkirina Şengalê û gihiştina Mûsilê ye, da Mîsaqî Millî û xewnên avakirina Osmaniya nû pêk bê

Di 9'ê Cotmeha 2020'an de hikûmeta Kazimî û PDK'ê li dijî Şengalê peyman îmze kirin.

Artêşa Iraqê 18'ê Nîsanê de li komelgeha Dugurê dest bi şantajê kir, di 2'yê Gulanê de êriş pêk anî. Lê weke her car di encama berxwedana YBŞ'ê û YJŞ'ê û Asayîşa Êzîdxanê de êriş bi bin ket.

Di vê der barê de siyasetmedar û endamê Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê Îsmaîl Delf diyar kir ku di demên derbasbûyî Şengal astî êrişên hikûmeta Kazimî û PDK'ê hat û zanî ziman ku ev êriş di çarçovya temamkirina fermana 2014'an de pêk hat."

Delef destnîşan kir ku Şengal ji herêmên bi nakok ên di navbera hikûmetên Iraq û Hewlêrê de ye û got:" Ev yek bû sedema pêkanîna fermana li dijî êzidiyan ku  êzidî bi tena xwe hat hiştin."

Delef diyar kir ku Êzidî bi rêya rêxistinkirinê û avakirina rêveberiya xweser xwe ji şerên qirkirinê rizgar kir.

Delef ev tişt jî anî ziman:" Gelek alî berjewendiyên xwe li Şengalê dibînin, dixwazin Şengal vegere weke beriya 2014'an, taybet piştî rizgarkirina wê ji aliyê HPG, YPG û YPJ'ê ve ji DAIŞ'ê ku bû xwedî girîngiyeke stratejîk, siyasî û leşkerî.''

Delef got:"Piştî fermana 2014'an civaka Şengalê nas kir ku çawa xebat bike û parastina xwe bike, sîstema partastina xwe pêşbixe. Piştî ku wan pişta xwe bi pêşmerge ve girêdidan û wan li hember DAIŞ'ê bi tenê hiştin.

3'yê Tebaxa 2014'an çeteyên DAIŞ'ê êrişî Şenglê kirin û komkujî pêk anîn. Artêşa Iraqê û hêzên PDK'ê ji Şengal reviyan û civaka Êzidî bi fermaneke nû re rû bi rû hişt.

Delef anî ziman ku serkeftina tecrubeya Rêveberiya Xweser li Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê metistî li cem dewletên kapîtalîst, di serî de dewleta Tirk çê dike û li hemberî planên wî bû kelem.

Îsmaîl Delet diyar kir ku êdî civaka Êzidî bawriya wî bi tu alî nayê, ne hikûmeta Iraqê ne jî Başûrê Kurdistanê  û ew ê rê nedin careke din hêzên wan li Şengalê belav bibin.

Delef destnîşan kir ku Şengal xwedî cihekî stratejîk e û dilê Kurdistanê ye, dewleta Tirk bi dest PDK'ê hewi dide wê ji Kurdistanê cuda bike.

Delef di dewama axaftina xwe de ev tişt jî anî ziman:" Dewleta Tirk dixwaze binkeftinên xwe li Herêmên Parastinê yên Medyayê veşêre ji ber wê êrişî Şengalê dike."

Welatiyê Êzidî yê bi navê Mehmûd Delef jî got, Şengal koka kurdan e û dewletên dijberî kurdan dixwazin Şengalê têk bibin.

Mehmûd Delef diyar kir ku êrişên li ser Şengalê bi piştgiriya hikûmeta Iraqê û Başûrê Kurdistanê pêk tên û got: "Bersiva şengaliyan cuda bû, wan di aliyên leşkerî û aborî de xwe bi rêxistin kirine û rêveberiya xwe ava kirine.''

Mehmûd Delef ev tişt jî anî ziman:"Êrişên li ser Şengalê bi planên dewleta Tirk û hikûmta Iraqê bi hevkariya PDK'ê pêk tên û got: "Ji asîman balafirên dewleta Tirk û li erdê artêşa Iraqê, êriş dikin, kesayetên welatparêz weke Mam Zekî û Zerdeşt kirin hedef. Ev dide diyarkirin ku komplo li ser Şengalê hene."

Mehmûd Delef bang li xelkê Şengalê kir ku piştgirî bidin YBŞ'ê û alîkariyên madî û manewî pêşkêş bikin, Rêveberiya Xweser pêş bixin.

(şt)

ANHA