‘Tawîzên ku DYA bide dibe ku hêsan bin jî, tirsnak bin jî’

Hamîde Rencuzogullari li ser helwesta dewleta Tirk a têkildarî endamtiya Fînlandiya û Swêdê ya NATO’yê got “Pêvajoya dan û standinan hema bêje dest pê kir” û diyar kir ku dibe ku di bazara wan de li dijî Kurdan şerekî nû hebe û tawîzên ku DYA bide dibe ku hêsan an jî tirsnak bin.

‘Tawîzên ku DYA bide dibe ku hêsan bin jî, tirsnak bin jî’
27 gulan, 2022   03:29
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Dewleta Tirk di êrişa dagirkeriyê de ku 17'ê Nîsanê li dijî Başûrê Kurdistanê bi erêkirina hêzên navneteweyî da destpêkirin lê nekarî tişta hêvî dike bi dest bixe û xwest ji hêzên navneteweyî tawîza êrişa nû ya dagirkeriyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigire.  

Dewleta Tirk ev demek e 'pirsgirêka penaberan' di rojeva xwe de dihêle, di berdêla endamtiya Fînlandiya û Swêdê ya NATO'yê de dan û standinên xwe yên li ser bêîstiqrarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û qirkirina Kurdan didomîne.

Pispora Rojhilata Navîn Hamîde Rencuzogullari êrişên dewleta Tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûr, şerê Ukrayna-Rûsyayê, serlêdanên Fînlandiya û Swêdê yên ji bo endametiya NATO'yê, pirsgirêka penaberan, hewldanên dewleta Tirk ên ji bo tawîzan û planên dagirkeriyê nirxandin.

‘DEWLETA TIRK LI PEY TAWÎZAN E’

Hamîde Rencuzogullari bal kişand ser helwesta Tirkiyê ya di vî şerî de û got: "Em dizanin ku hemû dewletên din ên cîhanê yên wekî Hindistan, Pakistan û Venezuellayê yên bi Rûsya û Çînê ve girêdayî ne, ji aliyê DYA'yê ve têne neçarkirin ku aliye wê bigirin. Tirkiye ji aliyekî ve welatekî NATO'yê ye, lê di heman demê de  hevalbendê 'dijmin' anku Rûsyayê ye û qaşo bê alî disekine. Lê belê dema bi baldarî lê were temaşekirin, zêde ne bê alî ye. Li pey hin tawîzan e ku bikare ji her du aliyan bigire.”

Hamîde Rencuzogullari sala 2015'an bi bîr xist û got: "Ji sala 2015’an û vir ve ji Rûsyayê li Sûriyê tawîz distîne û tawîzên didê. Tevî ku wî garantoriya cîhadîstan girt ser xwe jî ji aliyê Rûsyayê ve ji ber ku li bakurê Sûriyê xwedî helwest bû, hate tehemûlkirin. Hevkariyeke bi heman rengî ya stratejîk bi DYA’yê re tê meşandin. Mînak; piştî pozîsyona garantor a İdlibê, bi peymana bi Rûsyayê re sewqiyata leşkeri ya ji bo Sûriyê dest pê kir, lê dagirkirina Efrînê li  derveyî çarçoveya vê peymanê bû û encama dan û standinên bi DYA'yê re bû. Lê em dizanin ku di her serdemeke krîzê de Tirkiye bi erêkirina Rûsya yan jî Amerîkayê operasyonên leşkerî yên sînordar pêk tîne."

‘JI BO KU REWŞA BÊBERTEKBÛNÊ NEGUHERE ÊRIŞAN SÎNORDAR DIKE’

Hamîde Rencuzogullari diyar kir ku bi krîza Ukraynayê re ya dewleta Tirk ji ber helwesta xwe ya 'bêalî' li bendê ye ku ji aliyê her du hêzan ve bê xelatkirin û anî ziman ku ev "xelat" êrişên li ser Başûr e.

Hamîde Rencuzogullari diyar kir ku ev êriş bi Bakurê Sûriyê re dewam dikin û got: "Operasyona Hewayî ya Eyloyê Zivistanê' ku di 2'yê Sibatê de dest pê kir, encama trafîka hevdîtinên bi Amerîka û Barzaniyan re ye. Êrişên sînordar ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar dikin ku ew ne bi destûra tu aliyekî pêk hatine, lê bi wê hêviyê ku her du alî jî ji ber aloziya Ukraynayê dê denge xwe nekin. Ji ber ku kêmasiya bertekan vê yekê nîşan dide û ji bo ku rewşa bêbertekiyê xiran nebe êrişan sînordar dike."

‘RÛSYA BI BÊDENGÎ DESTEKÊ DIDÊ, LÊ DYA DESTEKEKE AŞKERA DIDÊ’

Hamîde Rencuzogullari têkildarî êrişên sînordar ên li ser hikumeta Şamê ya li herêma İdlibê diyar kir ku ev êriş ne bi destûra Rûsyayê ne û wiha domand: "Ev êriş ji bo Rûsyayê bi xwe û hebûna wê ya li Sûriyê peyamk e. A rast, ew taktîk e ku rola Tirkiyê li Sûriyê tîne bîra Amerîkayê. Xuya ye operasyon wê di çarçoveya van sînoran de dê bidomin. Ji ber ku AKP'ê dît ku ji bo nixumandina krîza kûr a siyaseta navxweyî dikare desteka qismî ji her du hêzan bigire. Rûsya bi bêdengî destekê didê lê DYA dibêje "Em fikarên ewlekariyê yên Tirkiyê fêm dikin" û dikare piştgiriyeke vekirîtir bide.”

CIVÎNA ŞAM-TEHRANÊ

Serokê hikumeta Şamê Beşar Esad 8'ê Gulanê bi rêberê Şoreşa Îslamî ya Îranê Ayetullah Xamaneyî û serokkomar Îbrahîm Reîsî re civiya.

Hamîde Rencuzogullari ew civîn wiha nirxand: “Serdana Esad ya Îranê di 11 salan de cara yekê ye. Bi vî awayî berîya niha jî serdanek li Îmaratê bû. Ev gavên destpêkê ji bo daxwazên Sûriyê ji veguhastina daxwazên Rûsyayê wêdetir in. Ew gavên fermî yên yekem bûn ji bo derbaskirina cezayên dawîn yên li ser Sûriyê ku ev deh sal in berdewam in û Trump bi navê 'Qanûna Qeyser' bi nav kiribû. Gava duyemîn jî dubarekirina peyama ku hevkariya ewlekarî û leşkerî ya bi Îranê re ye. Hebûna leşkerî ya Îranê di Sûriyê de beriya hatina Rûsyayê dest pê kir û ev yek jî li ser hevpeymana hevkariya ewlehiyê ya bi Şamê re ye."

‘HÊZÊN RÛS JI ÎRANÊ DIXWAZIN KU EWLEKARIYA HIN DEVERAN BIGIRE SER XWE’

Hamîde Rencuzogullari da xuyakirin ku di serdana Esad a li Tehranê de jî li ser dewamkirina hevkariyê nîqaş hatiye kirin û got: "Lê belê bi ya min, hejmar û deverên mayîna leşkerên Îranê li Sûriyê ji aliyê şîrîkên Astanayê ve tê nîqaşkirin."

Hamîde Rencuzogullari diyar kir ku cihên ku Îranê ji destpêkê ve daxwaza wan kiriye, sînorên İraq û Sûriyê yên li rojhilatê Sûriyê ne û wiha axivî: "Heta niha li herêmên din hêzên herêmî hene û wek mobîlîzasyona hêzên Astanayê ye. Hêzên Rûsyayê daxwaz kir ku Îran ewlekariya hin deveran hilde ser xwe. Lê belê ev têrê nake ku Îran hebûna xwe ya leşkerî berfireh bike. Berevajî, cureyeke tevgerê ya mîna 'guhertina nobedariyê' heye û dibe ku ev yek piştî wextekê biqede. Xuya ye hebûna leşkerî ya Îranê li ser xeta sînor a El Bûkemalê ya li rojhilatê Sûriyê dewam dike."

‘BÊPOLÎTÎKABÛNA KOÇBERIYÊ'

'Pirsgirêka penaberiyê' demek e li Tirkiyê di rojevê de tê girtin û ji aliyê dewleta Tirk ve wek hincet tê bikaranîn. Hamîde Rencuzogullari diyar kir ku pirsgirêka sereke ew e ku Tirkiye ne xwedî polîtîkaya penaberan e û got polîtîkayên şer her tim pêk hatine lê tu carî polîtîkayeke li ser encamên şer çênebûye û ev tunebûna polîtîkayê Tirkiye veguherandiye welatekî tampon û ji ber vê polîtîkaya hikumetê krîza penaberan nayê çareserkirin û avêtine ber bextê nîjadperestan.

Hamîde Rencuzogullari wiha pê de çû: “Gotina ku dê AKP'ê di mijara penaberan de herî baş pênase bike ev e; 'penaber xêra Xwedê ne' ji ber ku dê bibe hinceta destwerdana leşkerî ya li Sûriyê, lê piştre jî barekî giran e. Ji ber vê yekê, yekane polîtîkaya berbiçav a AKP'ê ya li ser mijara penaberan, bi pere bû. Penaber bi pereyan ji kirin qurbaniyên YE’yê, piştre dîsa ji bo pereyan bûn amûr. Ev pirsgirêk hê jî wek amûreke şantajê ye. Ji ber vê yekê nakokiya hikumetê ya ku rojekê dibêje em ê bişînin û roja din dibêje em ê neşînin, tunebûna polîtîkaya wê radixe pêş çavan."

Hamîde Rencuzogullari destnîşan kir ku nêzîkatiya li penaberan li gorî bertekên muxalefetê diguhere û got: "Penaberî hîna amûrek e û wê bi vî rengî dewam bike û dem bi dem veguhere amûra hilbijartinê."

Hamîde Rencuzogullari wiha axivî: "Seroka Partiya Zaferê (partiyeke nû ya nîjadperest e) Umit Ozdag, hemû siyaseta xwe li ser penaberan daniye û vê mijarê pir bi nîjadperestiyê ve gire dide ku ev jî nîşan dide ku AKP'ê ev mesele ji nîjadperestan re hiştiye. AKP ji aliyekî ve di bin navê 'vegera penaberan' de hin xaniyan li Sûriyê çêdike, dibêje dê zêdetir çêke û li aliyê din jî dibêje ku ew ê tu penaberan neşîne. AKP herêmên mêtingeriyê li Sûriyê ava dike.”

SERLÊDANA FÎNLANDIYA Û SWÊDÊ YA LI NATO’YÊ Û NAKOKIYA TIRKIYÊ

Hamîde RencUzogullari li ser rewşên gengaz ên ku bi mijara serlêdana Swêd û Fînlandiyayê ya ji bo endametiya NATO'yê bi pêş bikevin jî, îşaret pê kir ku ev rewş ji vetoya Tirkiyê yan jî yekî din gelekî girîngtir e û got: "Berfirehbûna NATO'yê jixwe mijara nîqaşê bû. Lê êdî çi bûbe, Tirkiye di vê pêvajoya endametiyê de dîsa bûye welatê ku herî zêde behsa wê tê kirin.”

Hamîde Rencuzogullari bi berdewamî wiha got: "Li ser serokê AKP’ê Erdogan gelek axaftin hatin kirin ku pêşî bang li serokê Fînlandiyayê kir ku ew endamtiya wan pêşwazî dike, paşê jî jê re got ew ê bifikire ka erê bike yan na. Ji ber vê yekê pêşî 'erê' piştre 'belkî'. Herî dawî jî veto! Ev pêvajo bi tenê pêşniyar dike ku destekeke aborî ji Fînlandiya û Swêdê bê dayîn û dema ev neyê, biryara vetoyê hat dayîn? Ya rast, tişta ku medyaya Rûsyayê dibêje, tam jî ev e.”

BI VAN POLÎTÎKAYAN DIXWAZE KÎJAN TAWÎZAN JI KÊ BISTÎNE?

Hamîde Rencûzogullari diyar kir ku tawîza ku Tirkiye li bendê bû ne ji Rûsyayê ye û got: "Çavkaniyên fermî û nîvfermî yên Rûsyayê ragihand ku wan bi henekên xwe pê kirine û nivîsandine ku Erdogan hesabên wek 'pere girtin' an jî 'peymanên turîzmê' kirine.

Hamîde Rencuzogullari got teqez e ku Tirkiye ji Amerîkayê tawîzan dixwaze û wiha dewam kir: “Di mijara gefa vetoyê ya Erdogan de ku di çapemeniya Ewropayê de bi berfirehî hat ragihandin, tê destnîşankirin ku Enqere dê vê pêvajoyê veto neke, bi tenê ji bo bazarê bi kar bîne."

Hamîde Rencuzogullari diyar kir ku di 18'ê Gulanê de wezîrê karên derve yê Tirk Çavuşoglu û yê DYA’yê Blinken li New Yorkê hevdîtinên dualî pêk anîn û wiha got: "Pêvajoya bazarê dest pê kiriye.”

Hamide Rencuzogullari got dê ev hevdîtin dewam bikin û wiha lê zêde kir: "Ji ber ku tê payîn ev her du welat di dawiya meha Hezîranê de di civîna NATO'yê ya li Madrîdê de ji bo endametiyê bên vexwendin. Heta wê demê zehmet e ku mirov bizane bê ka muzakereyeke çawa dê çêbe lê tê zanîn bê ka daxwaza bingehîn çi ye. Ji ber ku Tirkiye her tim mijara 'ewlekariya neteweyî' derdixe ser maseyê, xuya ye ev yek daxwaza bingehîn e û tawîzên ku DYA bide dibe ku hêsan an jî tirsnak bin.”

'DIBE KU LI DIJÎ KURDAN ŞEREKÎ NÛ BÊ KIRIN'

Hamîde Rencuzogullari bal kişand ser daxuyaniya şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya DYA’yê ya “Fikarên Tirkiyê yên ewlehiyê dê bên berçavkirin û dê DYA di wê pêvajoyê de bi xwe bi rolekê rabe” û der barê vê daxuyaniyê de wiha got: “Ji ber vê yekê dibe ku endamên cemaeta Fethullah Gulen ên li Amerîkayê jî, şerekî nû yê li dijî Kurdan jî li ser maseyê be.”

ANHA