Şêniyên herêma Firatê banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir

Bi hezaran şêniyên herêma Firatê li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û êrişên dewleta Tirk xwepêşandaneke girseyî li dar xist.

Şêniyên herêma Firatê banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir
26 gulan, 2022   12:01
KOBANÊ

Xwepêşandanê ji Qada Jina Azad dest pê kir û ber bi Qada Şehîd Egîd ve çû. Xwepêşandêran wêneyên rêber Abdullah Ocalan rakirin û sloganên "Bijî berxwdana Îmralî, bê Serok jiyan nabe û azadî ji rêber Abdullah Ocalan re" berz kirin.

Li Qada Şehîd Egîd hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Enwer Mislim axivî û îşaret bi berxwedan gel a li dijî dijmin kir. Mislim anî ziman ku ew di rewşên dijwar re derbas dibin û yekane rêbaza derbaskirina vê qonaxê ew e ku li ser bingeha projeya demokratîk tev bigerin.

Mislim da zanîn ku dijmin ji projeya wan a demokratîk ditirse, ji ber ku rêber Ocalan bi vê projeya xwe çareserî ji aloziyên Rojhilata Navîn re daniye, lewma li dijî wî komplo pêk anîn.

Mislim bang li pêkhateyan kir ku dakevin qadan û zextê li dewleta Tirk bikin da ku tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan were şikandin û di aliyê fîzîkî de rizgar bibe û got: "Dewleta Tirk a dagirker bi projeya vegeradina penaberên sûrî li herêmên dagirkirî, li pêşberî raya giştî guhartina demografiyê çêdike, lê em ê heqê xwe bi destê xwe bistînin."

Hevseroka Meclisa Navçeya Şêran Letîfe Silêman jî axivî û got: "Li dijî êrişên li ser me dive em zêdetir tê bikoşin, dewletên desthilatdar aştiyê ji gelê herêmê re û bi taybet ji Kurdan re naxwazin."

Xwepêşandêr di dawiyê de ber bi Konê Serkeftinê ve çûn. Konê Serkeftinê duh bi armanca piştgiriya berxwedana gerîla û hemleya seferberiya giştî ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ên herêmê ve hatibû vegirtin.

(eh)

ANHA