Hûrgiliyên kuştina zarokekê li Hesekê hatin eşkerekirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn hûrgiliyên kuştina zaroka bi navê Weid Semîr El-Hisên (7) li bajarê Hesekê eşkere kirin.

Hûrgiliyên kuştina zarokekê li Hesekê hatin eşkerekirin
26 gulan, 2022   06:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser malpera xwe ya fermî wiha got: “Zaroka 7 salî Weid Semîr El-Hisên ya ji şêniyên bajarê Hesekê roja sêşemê (24`ê Gulanê) bi kêran hatibû kuştin.

Malbata Weid hêzên me yên Nivîsgeha Têkoşîna li sûcan agahdar kir ku cenazeyê keça xwe li ser banê avahiya lê dimînin dîtine. Li ser wê yekê hêzên me dest bi lêkolînê kir.”

Hêzên Ewlekariya Hundirîn eşkere kir ku di encama lêpirsîna bi jineke xizma zaroka kuştî re, ew jin li xwe mikur hatiye ku wê zaroka biçûk kuştiye.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn destnîşan kir ku lêpirsîna li ser detay û sedemên kuştinê hîna dewam dikin û jina hatiye ragirtin rasdestî komîteya lêpirsîn û dozgeriyê hatiye kirin.

(cx)