'Erdogan ji bo pêkanîna Osmaniya Nû mirin û wêrankirin li cîhanê belav kir'

Lêkolîner û pisporê jeo-siyasî yê amerîkî Thoreau Redcrow, diyar kir ku Erdogan sextekariya dîrokî ji bo pêkanîna Osmaniya Nû bi kar tîne û got: "Osmaniya Nû bihane da Erdogan ku êrişî gelê Kurd, pêkhate û etnîkên din bike."

'Erdogan ji bo pêkanîna Osmaniya Nû mirin û wêrankirin li cîhanê belav kir'
26 gulan, 2022   06:28
NAVENDA NÛÇEYAN-GÎVARA ŞÊX NÛR

Artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê zêde kirine. Careke din behsa planên Erdogan ên avakirina "Osmaniya Nû" tê kirin.

Di vê çarçoveyê de ajansa me hevpeyvînek bi lêkolînerê amerîkî û şîrovekarê şerên cîhanî û pisporê jeosiyasî Dr. Thoreau Redcrow çêkir.

Hevpeyvîn wiha ye:

Gelek caran Erdogan weke Osmaniyê nûjen tê binavkirin û armanca wî parçeyek ji projeya Osmaniya Nû ye. Gelo hûn tev li van nirxandinan dibin?

Belê, ez bi vê nirxandinê re me, nêrîna Erdogan a Osmaniya Nû ji cîhanê re sentezek ji neteweperestî û îslametiyê ye ku ji gelek îdeolojiyan pêk tê û ji bo destwerdan û berbelavbûnê bi kar tîne.

Ev tevna îdeolojîk ji nostaljiya Împratoriya Osmanî, Tirkiyeya toranî, Eurasia, gelêriya sexte, faşîzma nû, Selefiya cîhadîst û dijminatiya Kurdan pêk tê.

Ji bo ku Erdogan vê yekê pêk bîne, dîrokê sexte dike, her car xwe nîşan dide ku ew li dijî welatên Rojava ye, hêzên xwe yên wekî "Gurên Boz ên faşîst, DAIŞ, El-Qaîde, tîmên mirinê 'Sadat', çeteyên ji Sûriyê û milîsên nijadperest weke 'Tirkmen, Îgor, Çeçen û Ozpekî' belav dike.

Çawa Erdogan gelên ku bi tirkî diaxivin ji bo armancên xwe bi kar anî?

Her çendî Erdogan xwe wekî "xelîfeyê" neteweya mislimanan nîşan dide, lê li ser efsaneya derewîn israr kir ku piraniya welatiyên wî yên bi darê zorê kirin tirk ku dê di testa DNA’yê de kêmasî û eslê xwe yê genetîkî yê tirk nîşan nedin, bi awayekî etnîkî ve girêdayî ne ku Mexol in. Lê ev di serî de ji ber sedemên stratejîk ên jeopolîtîk û ji ber ku ev xapandin efsaneya damezrandina Komara Tirkiyeyê ye.

Di Mijdara 2021’ê de Erdogan bi hevlabendê xwe yê MHP Dewlet Bahçelî piştî lutkeya 8'an a dewletên Meclisa Hevkariya dewletên bi tirkî diaxivin li Stenbolê re civiya û nexşeya "Cîhana Tirkî yan jî Toraniya Mezin" bilind kir.

Li kêleka Tirkiyê, di wê nexşeyê de, Traqiya, Qubris, Belqan, Bakurê Sûriyê, Bakurê Iraqê, Başûrê Rûsyayê, Rojhilatê Sîbîryayê, tevahî Asyaya Navîn, Bakurê Îranê, kantona Xinjiang a Çînê û Mengolyayê heye.

Erdogan ew meclis bi kar anî da ji serokên Azerbeycan, Kazexistan, Qîrxizistan, Ozpakistan û serokwezîrên Tirkmanistan û Meceristanê bixwaze ku "Komara Tirkiyê li Bakurê Qubrisê" ya ne rewa nas bikin û bi rêya Ermenistanê alîkarî bidin vekirina rêyekê di navbera Tirkiyê û Tirkiyê.

Bandorên herêmî yên siyaseta derve ya Erdogan ên ji bo pêkanîna Osmaniya Nû çi ne?

Em dikarin bêjin ku Tirkiyê di serdema Erdogan de xwedî siyaseta herî dijber li cîhanê ye, ew jî bi rêya destwerdanên xwe yên derve û sûcên şer ên ku pêk tîne.

Osmaniya Nû bihaneya felsefî ye, da ku Erdogan êrişî Kurdan li her çar parçeyên Kudistanê û pêkhatên din ên ne alîgirên Tirkiyê ne bike.

Ev yek hişt ku rêjîma wî, çend caran êrişî Rojava kir, terora li Efrînê, parastina El-Qaîde li Idlibê, topbarankirina gundên Xiristyanan li Til Temirê, qutkirina avê li ser Hesekê, topbarankirina gundên çiyayî yên Kurdistana Iraqê, bikaranîna çekên kîmyewî li dijî şervanên Kurd, temamkirina qirkirina êzidiyan li Şengalê, şewitandina daristanên Dêrsimê, şewitandina 150 welatiyên Kurd li Cizîrê, wêrankirina Şirnax û Nisêbîn, wêrankirina Sûrê û binavkirina Heskîfê.

Erdogan mirin û wêrankarin li seranserî herêmê belav kir, bi rêya anîna cîhadistên Tirkmen ji Qerebaxê ji bo kuştina Ermenan li Azerbeycanê, şandina çekdarên Sûrî ji bo Lîbyayê da ku piştgirî bidin hikûmeta Wîfaq li Terablusê, qaçaxkirina çekan ji bo Boko Heram li Nêjîryayê û belavkirina balafirên Bayraktar li seranserî cîhanê "Etyopiya wan balafiran ji bo kuştina gel li Tîgarî bi kar tîne."

Dema ku Erdogan leşkerên xwe li wilayetên xwe yên windayî belav nake, ew bi rêya şandina keştiyên deryayî ji bo gefa li ser gravên Yewnanistanê li derya Ega, istiqrarê têk dibe, her wiha teoriya xwe ya "Welatê Şîn" belav dike ku ev yek rê dide Tirkiyê beşên mezin ji Derya Spî û Derya Reş dagir bike, sînorê Qubrisê bi rêya keştiyên lêgerînê bin pê dike, firehkirina dagirkirina Qubrisê ji bo 48 salan li Maraşê û avakirina deriyê Zangezur da ku Azerbeycan û Tirkiyê bi hev girê bide.

Ev hemû tedbîr rastî siyasetên derve tên, Erdogan odeya xwe ya 1150 di koşka Enqerayê de hiştiye da ku xwe weke sultanê xîlafeta windayî destnîşan bike. Vê yekê hişt ku bi Misir re bibe dijmin, Behreyn şermezar bike, Somalê bike mêtîngeh, rayedarên Hemas li Stenbolê pêşwaz bike, Beyrûtê piştî teqîna mezin bi kar bîn, destwerdan li Keşmîrê ji bo berjewendiyên Pakistanê bike, hevpeymana bi tevgera Talîban ji bo kontrolkirina balafirgeha Kabulê kir, destek da terorîstên li Fransayê.

Ji paytexta Cezayîrê heta Somalê, ji Belqan heta Bako, Erdogan dibîne ku rojhilatê Derya Spî û Rojhilata Navîn parkên taybet di koşka Topkapi de ne.

Çi dihêle ku Erdogan li şûna desthilatdarekî klasîk xwe weke Osmaniyekî nûjen bibîne?

AKP`ê ku partiya Erdogane alîgirên xwe wekî  “neviyên Osmaniyan” destnîşan kirin. Erdogan Aya Sofya kir mizgeft, bihaneya vê yekê ew bû ku Sultan Mihemed ê duyemîn berê dest danîbû ser. Erdogan her wiha sîstema parlamantoyê veguherand sîstema serokatiya navendî, di mohra taybet a serokatiya Tirkiyê de jî 16 stêrk hene, ew nîşaneya 16 împeratoriyên tirkî di 2200 salên dawîn de heta beriya dagirkirina Anadolê ye.

Erdogan xeyala mezinbûyînê di 2015'an de derxist, dema li koşka xwe serokê Filistînê Mehmûd Ebas pêşwaz kir.

Di wê boneyê de li hawrdora Erdogan 16 leşkerên bi cilên dîrokî yên tirkî hebûn, di destên wan de xêzeyên zêrîn û rim û simbêlên sexte hebûn.

Em wê yekê dinirxînin ku Erdogan bi çi çavî li xwe û Tirkiyê temaşe dike. Ne weke dewleteke Ewropî ya nû, lê belê mîrateyê statûyekî tirkî- dîrokî ji Sirbyayê heta Mecerê ye.

Doza din ew e ku Erdogan bihaneyên dîrokî ji dîroka Osmanî ji bo dagirkariya xwe dîtiye. Mînak, di parlemantoya dawî ya Osmanî de sala 1920’an Mîsaqî Millî ku ji 6 biryaran pêk tê daye pêş. Biryara yekê destnîşankirina herêmên Erebî bi rêya referandomê, lê li kîjan herêmê piraniya Tirk hene li gor wê demê "Ew welatê netewa Tirk e".

Bi vê yekê Erdogan daxwaza herêmên ku Tirkmen lê dijîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û naverasta Iraqê, di nav de Til Efer, Mûsil, Hewlêr û Kerkûk ku ew weke bajarên Tirkmenî dibînin.

Ji ber ku piraniya wan herêman li Rojava û Başûrê Kurdistanê ne, Erdogan bihaneya parastina Tirkmenan dide pêş da ku di pêşerojê de wan herêma dagir bike.

Rola lawaziya aboriya Tirkiyê di pêkanîna Osmaniya nû de çi ye?

Teoriya ku dibêje "Tirkiyê navenda cîhana berê ye" dihêle ku baweriya Erdogan a Tirkiyê dikare herêmên ji destdayî vegerîne zêde dike, taybet di têkçûna aboriya Tirkiyê û Lîreya wê de.

Di demekê de ku piraniya welatiyên Tirk nikarin baş debara xwe bikin, vê yekê dide pêş. Li şûna ku fikreya "bila kêk bixwin", Erdogan diruşma "Bila zikên xwe bi kuştiyên Kurd û Ermen tijî bikin" dide pêş.

Yek ji armancên Tirkiyê jî ew bû ku di sala 2023'yan de li ser asta berhemdariya xwecihî li cîhanê bi kêmanî asta 10'an bigire, lê heta niha ew di asta 20'an de ye.

Armanc ew bû ku dahata welatiyê Tirkiyê 25 hezar dolarê Amerîkî be, lê niha tenê 9 hezar dolaran digirin.

Di dawiyê de Tirkiyê dixwest di sala 2023'yan de bibe endamê Yekitiya Ewropayê, lê niha balafirên Tirkiyê bûne wesîleyên veguhestina çeteyên navneteweyî ji bo Rojhilata Navîn.

 (şt)

ANHA