‛Divê civata navneteweyî sînorekê ji sûcên Tirkiyê yên li ser rêber Ocalan re deyne’

Bi diruşma "Bi îradeya jinên ciwan em ê kelehên zulmê bişikînin û azadiya rêber Ocalan misoger bikin"Însiyatîfa Sûrî ya Azadiya Rêber Ocalan û Yekitiya Jinên Ciwan paneleke diyalogê li herêma Şiqeyêf a Helebê li dar xist, tê de bang li civata navneteweyî kir ku sînorekê ji sûcên dewleta Tirk re yên li dijî rêber Ocalan deynin.

‛Divê civata navneteweyî sînorekê ji sûcên Tirkiyê yên li ser rêber Ocalan re deyne’
‛Divê civata navneteweyî sînorekê ji sûcên Tirkiyê yên li ser rêber Ocalan re deyne’
‛Divê civata navneteweyî sînorekê ji sûcên Tirkiyê yên li ser rêber Ocalan re deyne’
‛Divê civata navneteweyî sînorekê ji sûcên Tirkiyê yên li ser rêber Ocalan re deyne’
‛Divê civata navneteweyî sînorekê ji sûcên Tirkiyê yên li ser rêber Ocalan re deyne’
‛Divê civata navneteweyî sînorekê ji sûcên Tirkiyê yên li ser rêber Ocalan re deyne’
‛Divê civata navneteweyî sînorekê ji sûcên Tirkiyê yên li ser rêber Ocalan re deyne’
25 gulan, 2022   15:24
HELEB

Panel li Parka 4’ê Nîsanê ya li herêma Şiqeyêf a taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê hate lidarxistin. Tê de bi dehan endamên ciwanên partiyên siyasî, saziyên sivîl, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinan a li Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê amade bûn.

Di panelê de 2 mijar hatin nîqaşkirin, ya yekê der barê terîda li ser rêber Ocalan û dîroka qirker a dewleta Tirk li hember gelê Kurd, mijara din jî der barê perespektîfên rêber Ocalan ên der heqê jinan de.

Panel bi deqeyekê rêzgirtinê dest pê kir, piştre berdevka Îsniyatîfa Sûrî ya Azadiya Rêber Ocalan Amine Xidro axivî û wiha got: "Tecrîda li ser rêber Ocalan û biryara qedexekirina hevdîtinê heta 6 mehan ji bo gelê Kurd û dostên kurdan şoqmayînek bû. Qedexe metirsî li ser tenduristiya rêber Ocalan çêdike."

Amine Xidro ev tişt jî anî ziman: "Dewleta Tirk sûcên herî mezin li dijî mirovahiyê panî û di wê yekê de bêdengiya civata navneteweyî bi kar tîne. Divê civata navneteweyî li biryara 9’ê Kanûna 1988’an de ya bi jimara 137-34 vegere. Di wê biryarê de komek rêgezên girêdayî parastina hemû kesayetên rastî girtin û ragirtinê tên hene. Her wiha divê li biryara 14’ê Kanûna 1990’an ku tê de rêgezên bingehîn ên danûstandina bi girtiyan, peymana îşkencekirinê hene, vegere. Divê li gorî biryara 10’ê Kanûna 1984’an a bi jimareya 39-46’an vegere."

Amine Xidro teqez kir ku li hember sûcên dagirkeriya Tirk pêwîstî bi helwesteke cidî ji aliyê rêxistinên civaka navneteweyî heye.

Amine Xidro sûcên dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Kurd pêk tîne şermezar kirin û ev tişt got: "Dewleta Tirk bi van hemû sûcan nekir, îro jî hewl dide gelê Kurd qir bike."

Di beşa din a panelê de, perespektîfên rêber Ocalan ên der barê jinan de ji aliyê rêvebera Yekitiya Jinên Ciwan Viyan Xelîl ve hatin xwendin.

‛RÊBERTÎ BÛYE SEMBOLA GELÊN HERÊMÊ’

Girêdayî mijrê endama rêveber a Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê Cîhan Mihemed fikrê rêber Ocalan li dijî hemû siyasetên dewletên kapîtalîst e ku hewl didin hemû cîhanê kontrol bikin.

Endama Kongra Star Varjîn Mihemed jî diyar kir ku doza Kurd li Rojhilata Navîn bûye dozeke sereke û bi azadiya rêber Ocalan ve girêdayî ye ku êdî bûye sembola kesên daxwazên edalet û wekheviyê dikin.

‛CIWAN BI FIKIRÊN RÊBERTÎ TÊDIKOŞIN’

Her wiha endama rêveber a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li Şehba Zelal Ebdo wiha got: "Ciwan bi fikrên rêber Ocalan li dijî êrişên dagirkeriyê li ber xwe didin û tê dikoşin."

Endama Navenda Jineolojî Rojiyan Hisên jî bal kişand ser reşa jinan li Tirkiyê û got: "Di encama siyasetên AKP'ê de jin li Tirkiyê rastî binpêkirinan tên."

(şt)

ANHA