Li Kobanê jî çalakiya "Konê Serkeftinê"

Çalakiyên xwedîderketina li berxwedana gerîlayên azadiya ya li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk û xiyaneta PDK'ê berfireh dibin. Li Kobanê jî ji aliyê ciwanên şoreşger ve çalakiya "Konê serkeftinê" hate destpêkirin

Li Kobanê jî çalakiya "Konê Serkeftinê"
25 gulan, 2022   13:21
KOBANÊ

Bi armanca piştgiriya gerîla û hemleya seferberiya giştî ya li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û beşdarbûna PDK'ê di van êrişan, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan bi dirûşmeya "Li dijî îxanetê  werin cenga azadiyê", çalakiya ''Konê Serkeftinê'' da destpêkirin.

Konê çalakiyê li qada Şehîd Egîd a li naverasta Kobanê hate vegirtin. Kon bi wêneyên şehîdên HPG`ê û pankartên bi nivîsên "Di sala serkeftinê de werin cenga azadiyê, bijî berxwedana gerîla û na ji îxaneta PDK`ê re" hatin daliqandin.

Di roja yekemîn a çalakiyê de şandeyên Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê, ciwanên Minbic, Reqa û Tebqa tev li çalakiyê bûn.

Bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê û Minbic û gundewarê wê û Tebqa û Reqa daxuyaniyek hate dayîn.

Hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a bajarê Minbic û gundewarê wê Ehmed El-Cemîlî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi beşdarbûna PDK`ê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê  hatin şermezarkirin û îxanet PDK'ê wekî derbeyeke nû ya li doza kurdî hate binavkirin.

Di daxuyaniyê de soza şopandina felsefeya rêber Abdullah Ocalan hate dayîn û bang li gelê Kurd hate kirin ku xayinan biqewitînin û hate gotin: "Em ê bigihêjin azadiya xwe û dijminên xwe têk bibin.''

Bernameya roja yekemîn a çalakiyê bi sloganên "Bijî berxwedana gerîla, na ji îxanetê û na ji dagirkeriya Tirk re" bi dawî bû.

(eh)

ANHA