Meclisa Reqayê ya Partiya Sûriya Pêşerojê gefên Tirkiyê red kir

Meclisa Reqayê ya girêdayî Partiya Sûriya Pêşerojê bi daxuyaniyekê siyaseta dewleta Tirk a li Sûriyê û bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir. Meclisê bang li civaka navneteweyî kir ku sînorekî ji timayên dewleta Tirk re deynin.

Meclisa Reqayê ya Partiya Sûriya Pêşerojê gefên Tirkiyê red kir
25 gulan, 2022   12:56
 REQA

Bi dehan endamên Meclisa Reqayê ya girêdayî Partiya Sûriya Pêşerojê li pêşiya avahiya meclisê kom bûn, cîgira serokatiya meclisê Şemse El-Icêlî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de daxuyaniyên têkildarî dagirkirina herêmên Sûriyê û destdirêjiya li serweriya Sûriyê, hate redkirin û hate gotin: “Armanc ji vê yekê mayîndekirina dagirkeriyê û guhetina demografiya herêmê ye. Bi vê yekê biryar û yasayên navneteweyî tên binpêkirin.

Her wiha bang li gelê Sûriyê hat kirin ku li hember vê destdirêjiyê, dengê xwe bikin yek, bersiva dagirekriyê bidin û li hember vê koploya ku yekitiya Sûriyê derb dike bisekinin.

Her wiha bang li civaka navneteweyî û Konseya Ewlehiyê hat kirin ku rê li vê dijminahiyê bigirin.

ANHA