​​​​​​​Nadine Maenza helwesta welatê xwe ya li hemberî gefên Erdogan rexne kir

Seroka Komîseriya Azadiyên Olî ya DYA’yê ya berê Nadine Maenza helwesta “sist” a welatê xwe ya li hemberî gefên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê rexne kir.

​​​​​​​Nadine Maenza helwesta welatê xwe ya li hemberî gefên Erdogan rexne kir
25 gulan, 2022   12:14
 NAVENDA NÛÇEYAN

Seroka Komîseriya Azadiyên Olî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya berê Nadine Maenza li ser hesabê xwe yê Facebookê têkildarî gefên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê got: “Em gihîştin Bakur û Rojhilatê Sûriyê, em matmayî man dema me bihîst Erdogan dibêje ku ew ê careke din li van herêman dest bi tevgera leşkerî bike.”

Nadine Maenza bi domdarî got: “Tevgera leşkerî ya ku gefa kuştin, tecawizkirin û revandinê li sivîlan dixwe, çawa dikare li Ukraynayê wek sûcekî şer were dîtin, lê dema ku Tirkiye heman tiştî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, were paşguhkirin?”

Beriya çend rojan, serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan gefa êrişên nû li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwaribû ku bi wê yekê armanc dike herêmên nû dagir bike û li bakurê Sûriyê qikirina etnîk û guhertina demografiyê pêk bîne.

(cx)