Li Serêkaniyê çeteyên dewleta Tirk bi hev ketin

Çavkaniyên xwecih ên ji Serêkaniyê ragihand ku şerên dijwar di navbera çeteyên Hereket El-Tehrîr û Heyet Saîron de çêbûne û di endamê de gelek çete ji her du aliyan hatine kuştin û birîndar bûne.

Li Serêkaniyê çeteyên dewleta Tirk bi hev ketin
25 gulan, 2022   11:04
HESEKÊ

Çavkaniyan destnîşan kir ku piştî kuştina Ebû Osman Xerîbe endamê çeteyên Hereket El-Tehrîr bi destê çeteyên Heyet Saîron, şerê di navbera her du aliyan de berfirehtir bûye û gihaştiye gundên derdorê. Çeteyên Hereket El-Tehrîr bi çekên giran êrişî baregehên Heyet Saîron kiriye.

Her wiha çavkaniyan eşkere kir ku gelek çete ji her du aliyan hatine kuştin û birîndar bûne û Hereket El-Tehrîr bi dehan çeteyên Heyet Saîron girtine. 

Her wiha li Efrîna dagirkirî jî ji ber şerên li Serêkaniyê nakokî di navbera çeteyan de hene. Li bajêr çeteyên Heyet Saîron gelek çeteyên Hereket El-Tehrîr girtin.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker gelek caran li Serêkaniyê ji ber parvekirina rêya qaçaxçîtiyê û mal û milkên şêniyan, bi hev dikevin.

(şx)

ANHA