Çeteyên ‘Cîhaz El-Emîn’ li Efrînê welatiyek revand

Çeteyên bi navê ‘Cîhaz El-Emîn’ yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker welatiyekî ji navçeya Şiyê revand.

Çeteyên ‘Cîhaz El-Emîn’ li Efrînê welatiyek revand
24 gulan, 2022   09:14
ŞEHBA

Li gorî çavkaniyan ji herêmê, çeteyên ‘Cîhaz El-Emîn’ ên dewleta Tirk a dagirker di 19`ê Gulanê de welatiyê bi navê Ehmed Silêman Bekir (32) ê ji gundê Çeqala yê navçeya Şiyê ya kantona Efrînê, revand. 

Çavkaniyan eşkere kir ku ji ber dagirkirina Efrînê Silêmna Bekir koçber bûbû û çûbû Lubnanê, lê dema vegerî Efrînê, yekser ji aliyê çeteyan ve hat revandin û birin cihekî nediyar.

Tê destnîşankirin ku ENKS şêniyên Efrînê yên koçber bûne, teşwîq dike ku vegerin Efrînê û bi rêya înkarkirina pêkhatina sûcan li dijî şêniyên resen ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve, rolekê di mayîndekirina dagirkeriyê de dilîzin.

(şx)

ANHA