Koçberên Girê Spî li dijî plana mêtingeriyê ya dewleta Tirk dest bi hemleya îmzeyan kir

Koçberên li kampa Girê Spî îro ji bo şermezarkirina siyasetên guhertina demografiyê û mêtingeriyê yên dewleta Tirk, dest bi hemleya komkirina îmzeyan kir. Her wiha bi rêya wê dixwazin bang li civata navneteweyî bikin ku van planan rawestîne.

Koçberên Girê Spî li dijî plana mêtingeriyê ya dewleta Tirk dest bi hemleya îmzeyan kir
23 gulan, 2022   11:22
 EYN ÎSA

Îro koçberên li kampa Girê Spî dimînin, ji bo şermezarkirina planên mêtingeriyê yên dewleta Tirk ku hewl dide li herêmên dagirkirî pêk bîne, dest bi hemleya komkirina îmzeyan kir.

Der barê armanca koçberan ji vê însiyatîfê de koçbera bi navê Edûle Xelîl got: “Em ê çalakiyên xwe yên li dijî projeyên mêtingeriyê ku dewleta Tirk li herêmên me yên dagirkirî pêk tîne, berdewam bikin.”

Edûle wiha berdewam kir: “Berpirsyariyeke mezin heye ku dikeve ser milê civata navneteweyî ku divê li hember me koçberan bîne cih. Divê vegereke ewle ji bo me dabîn bike û dev ji razîkirina dagirkeriya Tirk û bêdengiya xwe berde.”

Li gorî çavkaniyên ji kantona Girê Spî dewleta Tirk a dagirker dest bi avakirina avahiyên mêtingeriyê li rojavayê kantonê kiriye piştî ku milkên welatiyan desteser kirin.

Şandeyeke kantona Kobanê û Meclisa Rûspiyan a Reqayê serdana konê çalakiyê kir û piştigriya koçberan kir.

Şande ji cigîrê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Nîhad Ehmed, hevseroka Nivîsgeha Kar û Barên Rêveber Emîne Hesen, hevserokatiya Nivîsgeha Enerjiyê Welîd Cuma, rûspiyê eşîra El-Bû Esaf Mistefa Silêman û Hemed El-Qerece pêk hat.

Têkildarî mijarê Hemed El-Qerece got: “Em planên dewleta Tirk ên li herêmên dagirkirî pêk tîne, red dikin.”

Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî kantona Girê Spî û dagirkirina kantonê di 9`ê Cotmeha 2019`an de zêdetirî 100 hezar kes ji warên xwe koçber bûn. Ji wan 6 hezar û 43 kes li kampa Girê Spî ya li bakurê Reqayê dimînin û yên din jî li herêmên Reqa, Tebqa û gundewarên wê bi cih bûn.

(şx)

ANHA