​​​​​​​Mihemed Xêr Şêxo: Tirkiye hewl dide êrişên xwe ji rêzê bide nîşandan

Hevserokê Meclisa Rêveber a Minbic û Gunewarê wê Mihemed Xêr Şêxo diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide êrişên xwe wekî êrişên ji rêzê nîşanî bide û got: "Li hemberî van êrişan gel bi israr e û bersivê dide."

​​​​​​​Mihemed Xêr Şêxo: Tirkiye hewl dide êrişên xwe ji rêzê bide nîşandan
23 gulan, 2022   04:28
MINBIC-EHMED QERACE

Di demên dawî de artêşa Tirk a dagirker asta êrişên li dijî eniyên di navbera Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbic û çeteyên Tirkiyê de zêde kiriye, di encamê de welatî birîndar bûn û zirar gihaşt malên wan.

Li hemberî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Sûriyê, civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan bê deng in.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Minbic û Gundewarê wê Mihemed Xêr Şêxo îşaret bi êrişên artêşa Tirk ên li dijî eniyên di navbera QSD`ê û herêmên dagirkirî de kir û got: "Ev êriş li dijî welatiyan ji kantona Şehba heta navçeya Til Temir a herêma Cizîrê ne."

Şêxo da zanîn ku dewleta Tirk  hewl dide ku cîhan û hemû dewletên banga aştiyê dikin, van êrişan ji rêzê bibînin û got: "Lê hêz û israra şêniyên li van herêmên sînorî ji dewleta Tirk re isbat dike ku ew xwediyên xak û heqiyê ne û yekane derdê wan ew e ku bi aramî û ewlehî bijîn.''

Mihemed Xêr Şêxo anî ziman ku hefteya derbasbûyî artêşa Tirk bi dijwarî eniyên şer topbaran kir, di encamê de malên welatiyan hatin hilweşandin û xityar, jin û zarok birîndar bûn.

Şêxo wiha axaftina xwe dewam kir: "Cîhan tevde van êrişên domdar dibîne, lê dîsa jî civata navneteweyî bê deng e. Lewma em bang li dewletên aştîxwaz û rêxistinên mafên mirovan dikin ku çareseriyekê bibînn û sûcên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestînin."

Têkildarî helwesta rêveberiyê ji van êrişan Şêxo got, Rêveberiya Sivîl a Minbic van êrişan şermezar dikin û got: "Ev êrişên li dijî gelê me yên li van herêman bê heqî ye. Sûcên dewleta Tirk bi van êrişan ve sînordar nemaye, lê belê ava Firatê jî qut kiriye, ev  jî bandoreke neyinî li qadên xizmetguzarî, çandinî û sewalkariyê dike."

Di dawiyê de hevserokê Meclisa Rêveber a Minbic û Gundewarê wê xîtabî gel kir û got: "Em Rêveberiya Sivîl hêza xwe ji israr û vîna we werdigirin, divê hûn li ber xwe bidin ji ber ku hûn xwediyê rewa yên vê xakê ne."

(eh)

ANHA