Li Ezazê li dijî çeteyên dewleta Tirk xwepêşandana gel

Li bajarê Ezazê yê girêdayî Helebê gel li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker xwepêşandan li dar xistin û bang kir ku wezîrê parastinê yê hikumeta Sûriyê yê demkî yê girêdayî dewleta Tirk îstîfa bike.

Li Ezazê li dijî çeteyên dewleta Tirk xwepêşandana gel
22 gulan, 2022   21:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên herêmê da zanîn ku vê êvarê şêniyên Ezazê xwepêşandaneke girseyî li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker li dar xist.

Xwepêşandêran diruşmên îstîfakirina wezîrê parastinê yê hikumeta Sûriyê yê demkî yê girêdayî dewleta Tirk berz kirin.

Li herêmên ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dagir kirine, li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê li ser paşxaneya sûcên li dijî welatiyan û tevliheviya ewlehiyê xwepêşandan hene.

ANHA