Karker û ciwanên şoreşger êrişên li ser çiyayên Kurdistanê şermezar kirin

Bi diruşma "Bi rihê şerê gel ê şoreşgerî werin cenga azadiyê, em dagirkeriyê û îxanetê têk bibin" karkerên Odeya Yekitiya Karkeran a girêdayî TEV-DEM’ê û ciwanên şoreşger çalakiyek ji bo şermezarkirina êrişên qirkirinê ku dewleta Tirk a dagirker li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dimeşîne, li dar xist.

Karker û ciwanên şoreşger êrişên li ser çiyayên Kurdistanê şermezar kirin
22 gulan, 2022   13:56
KOBANÊ

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ên herêma Firatê çalakiyek bi erebeyan li dar xist û êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermzar kirin. Bi sedan karkerên Kobanê beşdar bûn.

Erebe bi wêneyên rêber Ocalan û diruşmên "Na ji dagirkerî re", "Bimire îxanet" û "Serkeftin ji gerîla re û azadî ji kurdan re" hate xemilandan.

Çalakî ji pêş navenda Yekitiya Ajokaran a li Kobanê dest pê kir û li tevahî kolanan geriya. Di serê wan erebeyan de erebeya ''Serkeftinê" hebû, ku Tevgera Ciwanên Şoreşer a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ên herêma Firatê ji bo hemleya serferberiya ragihandiye.

Piştî çalakî gihaşt Qada Jina Azad beşdaran deqeyeke rêz girt, dûre ciwanên şoreşer daxuyaniyek da. Hevseroka Tevgera Ciwanên Şoreşer a Sûriyê ya herêma Firatê Hebûn Mihemed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin, armanca ji êrişên dewleta Tirk ên li ser hêzên gerîla yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê ew e ku vîna gelê Kurd bişikînin, xeta berxwedanê ya ji çiyayên Kurdistanê heta bi tevahî xaka Kurdistanê ya dagirkirî têk bibin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin, armanca îro ya kurdan têkbirina dagirkerên li ser xaka wan e û îro jî karker derketin ku ji dagirkerî û qirkirina kurdan re bêjin êdî bes e.

Di dawiya daxuyaniyê de bang hate kirin "Divê Kurd qonaxa şermezarkirinê derbas bikin, dem dema seferberiya giştî ye ku li kêlek hêzên gerîla bisekinin.''

(fr)

ANHA