'Şengal navenda têkiliyên dîrokî ye, divê were parastin'

Di çarçoveya siyasetên hevbeş ên hkumeta Kazimî û PDK'ê de, xeteriya pêkanîna êrişên nû yên qirkirinê li hemer civaka Êzidî dewam dikin. Akdemisyenek jî dibêje, Êzidî nûnertiya nasnameya Rojhilata Navîn dikin û divê ew bên parastin.

'Şengal navenda têkiliyên dîrokî ye, divê were parastin'
22 gulan, 2022   05:47
HESEKÊ-BASIL REŞÎD

Piştî 73 fermanan careke din civaka Êzidî li her çar parçeyên Kurdistanê bi komployên din yên dewleta Tirk a dagirker, hikumeta Kazimî û PDK'ê rûbirû dimînin. Armanca wan dawîanîna li rêveberiya xweser û hêza parastina Şengalê ye.

Di 9`ê Cotmeha 2020`an de hikumeta Kazimî û PDK`ê li dijî Şengalê peymanek îmze kir.

Şengalê deriyê bazirganiya ku digihêje Tirkiyê ye, ji ber wê dewleta Tirk a dagirker bi hemû hêza xwe hewl dide Şengal dagir bike.Piştî ku Şengal ji DAIŞ'ê hat rizgarkirin, dewleta Tirk a dagirker bi dehan êriş li dijî Şengalê pêk anî.

Dewleta Tirk bi armancên siyasî û aborî hewil dide Şengalê dagir bike û wê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qut bike.

Piştî ku hikumeta Kazimî bi hevkariya PDK`ê ji 18`ê Nîsanê ve di çarçoveya pêkanîna planên dewleta Tirk de, dest bi êrişên qirkirinê kir, li Şengalê ji 2`yê Gulanê ve aramiyeke demkî serwer e.

Lê çavdêr hişyarî didin ku planên qirkirinê li dijî êzidiyan berdewam in.

Akademîsyenê Akademiya Civaka Demokratîk a kantona Hesekê Ezîz Elî ji ajansa me re axivî û anî ziman ku êrişên dem dem ên li dijî Şengalê xwedî rehendên dîrokî ne.

Ezîz Elî diyar kir ku Şengal nûnertiya reseniya gelê Kurd dike şaristaniya mirovahiyê ava kiriye û bi pêkhateyên din ên Rojhilata Navîn re xwedî têkliyên biratiyê ye, ji ber vê yekê dê komployên li dijî wê ranewstin.

Ezîz Elî da zanîn ku dewletên kapîtalîst di serî de dewleta Tirk a dagirker, dixwaze navenda peywendiya di navbera gelên herêmê de an ku Şengalê qut bike û anî ziman ku Şengal navend û hêza têkiliyên dîrokî ye.

Di dewama axaftina xwe de bal kişand ser fermana 3'ê Tebaxa 2014'an jî û ev tişt anî ziman:

" Ew her du hêzên ku di 3'ê Tebaxa 2014'an de dest ji Şengalê berdan û li hember DAIŞ'ê gelê Şengalê bi tenê hiştin, îro li derdora Şengalê xendekan dikolin û dîwaran lêdikin.

Ev yek hişt ku li gor pîlançoyên hkumeta Iraqê yên berê ku dibêjin hejmara niştecihên Şengalê 380 hezar kes, dakeve.

Elî da zanîn ku rejîma Tirk ji projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan a li Rojhilata Navîn ditirse û bi komployên bi hkumeta Kazimî û PDK'ê re Şengal û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dorpêç dike.

Elî hişyarî da: " Bêdengî nayê wateya dawîanîna li pirsgirêkê, xeterî dewam dike. Dibe ku beriya bahozekê bêdengî hebe.  gelê Şengalê dikin hedef, ji ber ku yê resen û kevna e. Felsfeya êzidiyatî banga biratiya gelan dike."

Akademîsyen Ezîz Elî di dawiyê de bang li gelê herêmê kir ku parastina Şengalê bikin û got:"Gelê me ev xeterî nas kirine û amade ne parastina hebûna êzidiyan bikin, ji ber ku nûnertiya nasname û rûmeta gelê Rojhilata Navîn dikin.

(eh)

ANHA